Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome 2025-01-16 09:00:51 AMED - Di ser mirina Yilmaz Yakut ê bi nasnav Kalo ku bêyî ku guh bide binçavkirin, îşkence, binçavkirin û gefên kuştinê li kolanên Amedê rojname belav kirin, 3 sal derbas bûn. Di 16'ê Çileya 2022'yan de Kaloyê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Kalo, di salên 1990'î de, dema ku li Kurdistanê herî zêde valakirina gundan, revandin-windakirin, kuştinên kiryar nediyar, binçavkirin û girtin dihatin kirin, di Çapemeniya Azad de dest bi xebatê kir. Ji 14 saliya xwe ve wekî belavkerê rojnameya Ozgur Gundemê xebitî. Di vê demê de gelek caran hat binçavkirin, revandin û rastî îşkenceyên giran hat. Di rojeke zivistanê ya sala 1993'yan de dema ku li kolana Melîk Ahmetê a navçeya Sûrê rojname didan aboneyan, ji aliyê endamên Hîzbullahê ve bi satioran rastî êrişê hat û birîndar bû. Ya ku Kalo xilas kir, rojnameyên ku wî di qapûtê xwe de veşartibû bi xwe bûn.   PAŞVE GAV NEAVÊT   Li gel hemû zextan jî Kalo paşve gav neavêt û wekî “generalê biçûk” yê Apê Musa (Musa Anter) karê xwe domand. Kalo rojnameyên ku ketina wan a Kurdistanê qedexe bû, carna di torbeyên çopê de, carna jî di torbeyên ard an jî di bin satilên tov de vedişartin û li gel belav dikir. Kalo di sala 1992'yan de bi rojnameya Ozgur Gundemê re dest bi têkoşîna xwe kir û heta sala 2010'an rojnameyên Ozgur Ulke, Yeni Polîtîka, Demokrasî, Ulkede Gundem, Ozgur Bakiş, Yenî Gündem, Yenî Ozgur Gundem û Welat belav kirin.     Rojnameger Hakki Boltan der barê Kalo de diyar kir ku dema behsa kevneşopiya Çapemeniya Azad tê kirin yek ji wan navên yekem ên ku tê bîra mirov Kalo ye.    Boltan da zanîn ku biryardariya Kalo ji wateya ku wî daye rojnamegeriyê derketiye holê û got: "Wê demê hema bêje her roj mirin çêdibûn. Ji ber vê yekê em Kalo bi taybetî bi bîr tînin. Herî zêde generaltiya Apê Mûsa li wî tê." Boltan got: "Rojnameger li ku derê tengav bûbûya, Kalo diçû wê derê. Bêhna dida wir. Û em soz didin û dibêjin 'Kalo, aram rakeve, mîrateya te ya têkoşînê didome. Em ê vê bidomînin.'"    ROJNAMEVANÊN HATIN QETILKIRIN   Boltan diyar kir ku êrişên li ser rojnamegeriyê îro jî dewam dikin û got: "Dema em li sala 2024'an dinêrin, em dibînin ku êrişên li ser rojnamegeriyê kêm nebûne. Hevalên me Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin qetilkirin. Tevî ku li ser wesayîta wan çapemenî dinivîsand jî bûn hedef. Çawa Kalo di rojên zehmet de qad vekir û nefes da rojnamevaniyê, Nazim û Cîhan jî li Tişrînê vê kirin. Azadiya wergirtina agahiyan a gel pêk dianîn. Ew jî pêrewên Kalo, Apê Mûsa, Nagihan, Gulistan, Hêro û hemû rojnamevanên têkoşer bûn. Em di şexsê Kalo û hemû hevalên wî de minetdarê hemû rojnamevanên têkoşer in."    'EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BIDOMÎNIN'     Umît Aslan ê ku bi Kalo re dixebitî û niha rojnameya Yenî Yaşam belav dike jî got: "Yilmaz tevî hemû îşkenceyan bêyî ku dev jê berde, karê xwe berdewam kir. Yilmaz kesekî pir bi moral û bi enerjî bû. Me ji têkoşîna wî moral digirt. Dema ku em bi Yilmaz re derdiketin qadan ew qas bi moral bû û bi aboneyên re pêwendiyeke germ hebû... Em biçûna ku hurmet nîşanî wî didan û bi navê Kalo gazî wî dikirin. Lewma mirina wî bandoreke nebaş li me kir. Em niha têkoşîna wan didomînin."    Aslan anî ziman ku ew û hevalên wî jî rastî êrişên bi heman rengî hatine û got: "Lê me nekarî dest ji têkoşîna xwe berde. Ji ber ku rojnamegerî bi rastî erkeke pir pîroz e. Ji ber ku hûn rê li ber mirovan vedikin. Me paşve gav neavêtiye û em ê neavêjin jî. Ji lew re em generalên biçûk ên Apê Mûsa ne."