Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn 2025-01-16 14:38:10 AMED - Kedkarê Çapemeniya Azad Yilmaz Yakut, di 3’yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.  Yek ji “Generalên Biçûk” ên Apê Mûsa (Mûsa Anter) û belavkarê Rojnameya Ozgur Gundemê Yilmaz Yakut (Kalo), di 3’yemîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat bibîranîn. Hevserokên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû Selman Çîçek û rojnameger tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo rojnamegerên hatine qetilkirin deqeyek rêz hate girtin.    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA HEQÎQETÊ BIDOMÎNIN’    Dîcle Muftuoglû piştî rêzgirtinê axivî û got ku Kalo yek ji wan generalan bû ku heqîqet digihand ber destê gel. Dîcle Muftuoglû, wiha domand: “Tevî ewqas zex, zilm, tundî û îşkenceyê jî Kalo dev ji belavkirina rojnameyan berneda. Kalo ji bo van astengiyan derbas bike her carê rêbazekê cuda bi kar anî û rojname gihand ber destê gel. Heta dawiya jiyana xwe jî bi vê kelecanê jiya. Digot ku dema karê xwe dikir, di navbera rojname, heqîqet û gel de dibû pirek. Tevahiya emrê xwe fedayî vê heqîqetê kir û ji bo rastî bigihijin ber destê gel têkoşiya. Heman têkoşîn û bawerî îro jî didome. Hevalên me yên weke Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî ji bo rastiyê bigihînin gel têkoşiyan û tevî canê xwe ji dest dan jî rastî derxistin holê. Kalo jî yek ji wan bû.”    Dîcle Muftugolû, da zanîn ku nexweşiya bûye sedema mirina Kalo ji ber îşkenceyên di dema binçavkirinê de lê peyda bûbû û axaftina xwe wiha qedand: “Tevî van nexweşiyên xwe jî Kalo tu caran dev ji belavkirina rojnameyan berneda. Em ji wî gelek tiştan hîn bûn, nifşê nû gelek tiştan ji wî hîn bû. Em careke din soz didin ku tevî hemû astengkirin û komkujiyan jî dê têkoşîna me ya heqîqetê bidome.”    Beşdaran gul danîn ser gora Kalo û bîranîn bi dawî bû.