Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin 2025-01-16 15:14:17   ÎZMÎR - Bi hinceta ku tev li çalakiya protestokirina hewldana tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bûne, li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin.    Di hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kete destê DEM Partiyê û Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal weke hevşaredar hatin hilbijartin. AKP’ê jî hewl da mazbataya Zeydan bide namzetê xwe Abdulahat Arvas. Li ser vê yekê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatibûn lidarxistin. Li Îzmîrê jî bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê di 2’yê Nîsana 2024’an de daxuyanî hatibû dayin. Bi hinceta beşdarî vê daxuyaniyê bûne, der heqê 25 kesan de doz hate vekirin. Îdianameya têkildarî mijarê ji hêla 20’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê ve hate qebûlkirin.    Di îdianameyê de bi hinceta îdiayên “Birîndarkirina biqesdî”, “birîndarakirina sivik”, “bêçek beşdarî civîn û meşên derqanûnî bûye û tevî hişyariyê belav nebûye” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” ceza hate xwestin.    20’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê îdianame qebûl kir û danişîna dozê da 30’ê nîsanê.