Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya 2025-01-17 11:26:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) diyar kir ku ji fermandarên wan Michael Kurilla duh çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi fermandarên HSD’ê re hevdîtin kiriye.  Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li gorî daxuyaniyê, Michael Erik bi fermandarên leşkerî yên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyaye.   Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê bi armanca “nirxandina kampanyaya têkbirina DAIŞ’ê û hewlên pêşîgirtina li xurtbûna wê koma terorîst” serdana rojavayê Kurdistanê kiriye. CENTCOM’ê diyar kir kir ku General Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê jî.   ‘LI GIRTÎGEHAN ARTÊŞEKE DAIŞ’Ê HEYE’   CENTCOM’ê behsa metirsiya li Kampa Holê kir û wiha got: “Ev kamp metirsiya afirandina nifşekî nû yê DAIŞ’ê li xwe digirin. Ji bilî wan 40 hezar kesên di wan her du kampan de, zêdetirî 9 hezar girtiyên DAIŞ’ê yên ji zêdetirî 50 welatî di 12 girtîgehên di bin çavdêriya HSD’yê de ne. Bi wateya rastî û mecazî artêşeke DAIŞ’ê di girtîgehan de heye.”