Ji kesên li Kadikoyê hatin binçavkirin 35 jê hatin berdan 2025-01-23 12:05:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh ji bo protestokirina endam û rêveberên ESP û SGDF’ê li Kadikoyê çalakî hat lidarxistin û gelek kes hatin binçavkirin. Ji 38 binçavkiriyan 35 jê hatin berdan.    Li dijî endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) duh li 6 bajaran operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Di serdegirtinên malan de 41 kes hatin binçavkirin. Ji bo protestokirina binçavkirinan û berdana binçavkiriyan, duh bi şev li pêşiya Operaya Sureyyayê ya li Kadikoy a Stenbolê çalakî hat lidarxistin. Polîsan êrişî çalakvanan kirin. Di êriê de Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî jî di nav de 38 kes hatin binçavkirin.    Ji 38 binçavkiriyên birin Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê 35 jê piştî îfadeyê di saetên derengiya şevê de hatin berdan.    Hat zanîn ku Fatma Gulseren, Eylul Lara Sarper û Volkdan Erdogan ên nehatin berdan jî dê îro bi îdiaya “li dijî polîsan derketine” sewqî dozgeriyê bên kirin.