Eren Keskîn: Ji bo çareseriyê divê dewlet gavên şênber biavêje 2025-01-24 10:22:36 STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re axivî û got: “Ji bo piştgiriyeke xurtir ji bo çareseriyê bibe, divê dewlet hinek gavên şênber biavêje.”  Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di 22’yê Çileyê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hevdîtina duyemîn bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kir. Şandeyê, duh têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike.” Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn têkildarî hevdîtinê axivî.    Eren Keskîn, diyar kir ku ew hevdîtinên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd erênî dibînin û wiha got: “Her çend nav lê nehatibe kirin jî em pir girîng dibînin. Ji bo şer bi dawî bibe em pir girîng dibînin. Lê ji bo domandina pêvajoyê û çareseriyê, divê rewşenbîr, rêxistinên civaka sivîl û sendîka jî piştgiriyê bidin. Gelek hewcehiya me bi aştiyê heye. Îxtîmala aştiyê hêvî da her kesî. Ev îxtîmal, bandorê li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya herêmê dike. Lê ji bo hevdîtin bidomin û veguherin pêvajoya aştiyê, ji bo pêbawer be, divê çendek gav bên avêtin. Bi hezaran kesên bi neheqî hatine girtin hene. Divê beriya her tiştekî ev kes bên berdan. Qet nebe divê îşareta vê gavê were dayin.”    ‘DIVÊ GAVÊN ŞÊNBER BÊN AVÊTIN’   Eren Keskîn, anî ziman ku ji bo hevdîtin li ser zemînekî pêbawer rûnin, divê polîtîkayên tecrîdê bên bidawîkirin û wiha domand: “Divê pergala tecrîdê li hemû girtîgehan bê rakirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ji bo rêxistinên civaka sivîl û raya giştî bawer bike û bêhtir xwedî lê derkeve, divê îradeya siyasî û dewlet gavên pêbawertir biavêje. Anku hewcehî bi gavên şênber heye. Her kes hinek jî li benda vê ye.”    ‘ŞER PARIYÊ NANÊ HER KESÎ DI DIZE’    Bi domdarî Eren Keskîn diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê xwestiye pêvajo civakî bibe û got: “Bang li hemû derdorên civakî kir. Îcar jî heman bang hate kirin. Şer û pevçûn, pariyê nanê her kesê li vê xakê dijî di dize. Lewma her kesî eleqedar dike. Heke hevdîtin veguherin pêvajoya aştiyê, dê pereyê ji bo şer tê xerckirin bibe para her kesî. Abdullah Ocalan lewma bangî hemû dedorên civakî dike. Anku sedema krîza aborî ya niha şer e. Lewma divê derdorên civakî piştgiriyê bidin pêvajoyê.”    GUHERÎNA MAKEZAGONÎ   Eren Keskîn, axaftina xwe wiha qedand: “Divê derdorên civakî ji bo aştiyê bêhtir deng bidin. Li gel aştî, wekhevî û edaletê, divê ji bo efûyeke siyasî jî bêhtir dengê xwe bikin. Bi taybet jî divê partiyên siyasî yên muxalîf vê daxwazê bikin. Di vê mijarê de berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Ev pêvajoye têkildarî meseleya Kurd e lewma ji ewil divê newekheviya li dijî Kurdan bê bidawîkirin. Di serî de perwerdeya bi zimanê dayikê, divê di her qadên jiyanê de wekhevî çêbibe. Weke nîşaneya mebesta baş dikarin vê bikin.”