38 ESP’î bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin 2025-01-24 14:55:21   STENBOL - Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş jî di nav de 38 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 21’ê Çileyê de li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Eskîşehîr, Yalova û Amedê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Meclisa Jinên Sosyalîst (SKM) de girtin. Di serdegirtinên malan de 41 kes hatin binçavkirin. Karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Her 41 binçavkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin. Ji binçavkiriyan yek jê piştî îfadeyê li dozgeriyê hate berdan. Ji binçavkiriyên din 38 kes ji ber îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bi daxwaza girtinê û 2 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Her 2 kesên bi daxwaza kontrola edlî hatin sewqkirin hatin berdan û karûbarên binçavkiriyên din ên li Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobedar didomin.    Kesên bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin ev in: Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş, Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara, Hevseroka SGDF’ê Berfîn Polat, endamên MYK’a ESP’ê Okan Danaci û Ugur Ok, endama PM’a ESP’ê Ezgî Gurbuz, Hevserokên ESP’a Sûltangaziyê Gamze Toprak û Erol Tunç, Nûnerê ESP’a Esenyurtê Cafer Erozsoy, Berdevka SKM’ê ya Stenbolê Leyla Can, endama Meclisa Giştî ya SKM’ê Dîlara Su Kalpak, endamên MYK’a SGDF’ê Hîvda Selen, Sîmay Ada Kart û Adnan Ozcan, Berdevka Tevgera Karkerên Yekgirtî Melîha Kayaci, Serpîl Topal, Emrah Topaloglû, Senem Nûr Pektaş, Bahadir Çagirgan, Sezgîn Zevkîbol, Îbrahîm Akbay, Eylul Ozturk, Yoldaş Onur Mete, Beyza Samanci, Berkan Balci, Rezan Akkoyun, Muslum Koyun, endamê Meclisa Şaredariya Rezanê Muhammed Altunkaya, Zeynep Tekîn, Ahmet Bîlal Bay, endamê PM’a Partiya Şoreşger Yakup Bulut, Azze Denîz Akşar, Bekir Efe Cesur, Sila Turan, Feyza Doga Baysal, Mazlum Ortaç, Dogan Înan û nûçegihana ETHA’yê Zuleyha Muldur.