Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn 2025-01-28 12:52:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn.    Gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn û rojnamgeran çîçek danîn ser gorên wan. Rojnamegerên di bîranînê de axivîn, gotin ku dê xwedî li mîrateya hempîşeyên xwe derkevin û têkoşîna wan bidomînin.