Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin 2025-01-29 16:59:40 SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Keskîn Bayindir diyar kir ku tayînkirina qeyûm dagirkerî ye û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”  Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir di çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Sêrtê de axivî. Bayindir, bi bîr xist ku cara 3’yemîn e li Sêrtê qeyûm tê tayînkirin û got: “Ev dagirkere bû cara 3’yan îradeya gelê Kurd desteser dikin. Hûn nikarin bi tu kesî bidin bawerkirin ku li vî welatî hiqûq heye. Hûn, dewletekî mêtinger in. Gelê Kurd vê qebûl nake. Em qebûl nakin. Heta ku em bijîn dê qebûl nekin.”    'TENÊ NVAEKÎ QEYÛM HEYE KU EW JÎ DAGIRKERÎ YE’    Bayindir, got ku li rexekî qala aştiyê li rexa din jî qeyûm li şaredariyan tên tayînkirin û wiha pê de çû: “Li Enqereyê dibêjin ‘em ê silha xe bikin’ û li rexa din jî dijminatiyê li Kurdan dikin. Ev jî durûtiya dagirkeran e, dijminatiyê ye. Lê em xwedî tecrûbe ne. Birêz Ocalan digot ‘Ev pêvajo girîng e, ji bo Tirkiyeyê firsend e.’ Lê belê ev dagirker vê firsendê tune dikin. Jixwe re biaqil bin. Em li vir hişyar dikin; ji bo berjewendiyên xwe tune nekin. Tekane derdekî we heye; xespkirina îradeya gelê Kurd. Lê gelê Kurd vê qebûl nake. Ya ku tê kirin xespkirina vîna gelê Kurd e. Navê vê li her devera cîhanê, di hiqûqê de dagirkerî ye, dagirkerî ye, dagirkerî ye.”    'EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN’   Bayindir, banga “jixwe bawer bin” li gelê Kurd kir û axaftina xwe wiha qedand: “Tu hêvî û rêyên wan nemane lê em xwedî hêvî û xwedî rê ne. Rêya me vekirî ye. Em doza gelê xwe dikin. Em dozdarên siyaseta demokratîk in. Berxwedana me roj bi roj mezin dibe. Ji ber ku em mafdar in. Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin. Roj ew roj e ku em bi destê hev bigirin, rêxistiniya xwe mezin bikin. Yên ku divê serê xwe li ber xwe biçemînin ne em, dagirkerin, xespkar in. Dê bi saya berxwedan û têkoşîna me biçin. Em ê heta serkeftinê têbikoşin, li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bijî azadî, bijî têkoşîn”.