Rojbîn Bor: Em li Rojava xwedî derkevin 2025-02-02 09:41:12 WAN – Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor diyar kir ku dixwazin bi êrîşên li ser Rojava îradeya rêveberiya xweser bişikînin û got, “Em li Rojava xwedî derkevin, piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jin.” Êrîşên Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Di encama êrîşan de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî daneyên Lijneya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 22 rojên dawî de, 41 welatî hatine qetilkirin û 245 welatî jî birîndar bûne. Her wiha di nav birîndaran de 7 rojnameger û 6 xebatkarên tenduristiyê hene.   ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ÎRADEYA JINAN   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Bor têkildarî êrîşan axivî û wiha got: “Li dijî bi destxistina statuya kurdan û ji bo îradeya xwerêvebirina gelê kurd bişkînin êrîşan pêk tînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel îradeya xwe aşkera kiriye. Li wir bi berdêlên giran paradîgmaya jin, demokratîk, ekolojîk ketiye meriyetê. Sedema bingehîn a êrîşan bê kok, bê ax hiştina kurdan e. Dixwazin herêmê bê kurd bihêlin.”   Bor da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin pêşengiyê ji şoreşê re dikin, ev utopya her diçe vediguheze rastiyê û wiha axivî: “Bi van êrîşan ve îradeya jin hedef tê girtin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa jin pêk hat. Şoreşeke şênber a jinan pêk hat. Dixwazin hêmaya bingehîn û hêza esasî ya şoreşê têk bibin. Mixabin di hemû şer û pevçûnan de ewilî jin hedef tên girtin.” Rojbîn Bor diyar kir ku rasterast îradeya jinan hedef tê girtin û got, “Jin li bazarên koleyan hatin firotin. Wek xenîmetên şer di nav zilaman de hatin firotin û bazarkirin.  Aliyekî wiha wêranker ya şeran jî heye.”   ‘EM LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ XWEDÎ DERKEVIN’    Rojbîn Bor tiştên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin şiband geşedanên li Filistinê pêk tên û wiha axivî: “Divê em Rojava ji rastiya Filistinê cudatir nebînin. Dramaya mirovî li Fîlîstînê û ya li Rojava ne pir cûda ne. Em bawer dikin ku ruhê piştevaniya ya ji bo Filistinê dikare ji bo Rojava jî pêk were. Dikarin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê biparêzin û ji bo jiyaneke bêyî şer û pevçûn em bangewazî dikin.”   Bor li hemberî êrîşan bêdengiya hêzên navdewletî wek ‘durûtî’ pênase kir û wiha got: “Pêwîst e hêzên navneteweyî û gelên ku demokrasiyê û mafê însanan diparêzinn li hemberî êrîşan helwest nîşan bidin. Divê kurd û dostên kurdan piştevaniya hev bikin. Li wir dramaya mirovahî pêk tê û ev ji bo wijdana me hemûyan bangewazî ye. Em li Rojava xwedî derkevin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jin.”