Gelê Newrozê 2025-03-11 09:01:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Newroza ku weke têkoşîna Kawayan a li dijî Dehakan tê dîtin, tevî ku ji aliyê gelên cuda ve weke 'saleke nû' tê dîtin jî, ji bo Kurdan azadî û rizgariyê sembolîze dike. 21'ê Adarê Cejna Newrozê ku dîroka wê digihêje Beriya Zayînê sala 612'an, îro bi bûyerên cihêreng ku bi milyonan digihîne hev tê pîrozkirin. Newroz her çend ji bo her mirovên li Rojhilata Navîn xwedî wate û girîngiyeke cuda be jî, weke cejneke ku li tevahiya cîhanê bi Kurdan re tê naskirin. Ji bo Kurdan tê wateya " ji nû ve zayînê " û " cejna vejînê " her wiha rizgariya ji koledariyê û azadiyê sembolîze dike.   Di dîroka Kurdan de li ser dîroka cejna Newrozê fikrên cuda hene. Me di dosyaya xwe ya duh weşandî de cih da efsaneya Kawayê Hesinkar ku yek ji van çîrokan e. Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, yek jî jê pêşengê Serhildanas Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Pîremêrd û Cegerxwîn û gelek nivîskarên din di berhemên xwe de cih dididn Newrozê.    Ehmedê Xanî di berhema xwa ya Mem û Zîn de Newrozê weke rojeke pîroz pênase dike. Li gorî Xanî, Newroz roja afirandin û cejna biharê ye. Ew roj e ku xweza ji nû ve zindî dibe, zivistan û sermayê li pey xwe dihêle, ronahî û serketina germahiyê ye. Roja evîn, hezkirin, başî û bedewiyê ye. Kovara Hawar ku li Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve tê weşandin, nêrînên xwe yên li ser Newroza Ehmedê Xanî jî esas digire. Di pirtûka Zarathustra Avesta, Şerefa Firdaus û berhemên cuda yên nivîskî yên hemdemî de Newroz bi awayên cuda tê vegotin.   LI GIRÊN AKRÊ Û QENDÎLÊ NEWROZ   Pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê herêm bi herêm diguhere. Li Herêma Federal a Kurdistanê bi gelemperî pîrozbahî di êvara 20 ' ê Adarê de dest pê dikin. Bi fîşekên hewayî pîrozbahî derengiya şevê tên lidarxistin. Agirê Newrozê li gelek nuqteyan tên pêxistin, li ser girên bilind an jî baniyan li herêm û gundên çiyayî agir tên pêxistin. Di roja 21'an de ji ber betlaneya fermî, li gundan wek seyranê derbas dibe. Li hemû bajaran jî li navendên diyarkirî pîrozbahiyên girseyî tên lidarxistin. Dema ku hunermend di pîrozbahiyan de derdikevin ser dikê, lîstikên şano jî tên lidarxistin.   Li Kerkûkê meşên bi meşaleyan derdikevin pêş, li Şengal û Wargeha Mexmûr jî pîrozbahiyên bi coş tên lidarxistin. Navenda pîrozbahiyên li Herêma Feredal a Kurdistanê Akrê ye. Li Akreyê her sal cejnek dîtbarî tê lidarxistin. Ciwanên di êvara 20'ê Adarê de bi meşaleyan di destê xwe de dor li navçeyê girtin û hilkişiyan ser girên Top, Kelê û Kela Kewvînê.   Navnîşaneke din a pîrozbahiyan jî quntarên çiyayê Qendîlê ne. Li vê derê jî bi heman rengî pîrozbahî di êvara 20'ê Adarê de dest pê dikin û heta êvara 21'ê Adarê dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi meha Remezanê re li hev tên, bernameyên fitarê yên girseyî tên lidarxistin.   Pîrozbahiyên li bajarên Rojhilat du hefteyan dewam dikin . Di 20-21 'ê Adarê de li her derê pîrozbahiyên girseyî tên lidarxistin. Dîmenên rengîn bi taybetî di pîrozbahiyên li herêmên çolter de derdikevin holê.   Navendeke din a pîrozbahiyên Newrozê bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Piştî destpêkirina şerê navxweyî li Sûriyê di sala 2011'an de, pîrozbahiyên Newrozê bi rêveberiya xweser a ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin, veguherî rehenda cuda. Hemû gel û baweriyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn di 21'ê Adarê de bi hev re şahiyên girseyî li dar dixe.   NEWROZÊN PIŞTÎ SALA 1973’AN   Di nava cihên herî bi coş û girseyî de ku pîrozbahiyên Newrozê lê tên lidarxistin, bajarên Bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê ne ku Kurd bi giranî lê dijîn. Piştî avakirina PKK’ê û wateya ku rêxistin li Newrozê bar dike bi hestên cüda tên pîrozkirin. Bingeha PKK’ê di sala 1973’an de hat avakirin û ger Newroz gihîştibe wateya xwe ya îro di vir de avakirina rêxistinê xwedî cihek girîng e.   Abdullah Ocalan û 6 hevalên wî di pêvajoya Newrozê ya 1973’an de li qada seyranê ya li kêleka Bendava Çubukê ya Enqereyê hevdîtinek pêk anîn. Li vê derê hîmên têkoşîneke ku heta roja îro dewam dike, hatin danîn. Piştî biryarên di vê civînê de hatin girtin, di sala 1978 'an de damezrandina PKK'ê hat ragihandin.   KAWAYÊ HEMDEM: MAZLÛM DOGAN   Kurdan têkoşîna xwe ya azadiyê bi efsaneya Newrozê re kirin yek. Bi salên 1980'î re li dijî "Dehakên" nû "Kawayên Hemdem" derket holê. Di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'î de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê îşkenceyeke giran li hezaran kesî hate kirin. Bi dehan mirov hatin qetilkirin, bi sedan mirov bi îşkenceyên giran re rûbirû man. Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mazlûm Dogan ku di şeva 21'ê Adara 1982'an de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê hat ragirtin, bi vêxistina 3 tîpên kîbrîtê agir berda bedena xwe. Şewata ku Dogan pêxistî piştre li hemû herêmê belav bû. Zekiye Alkan di sala 1990'î de, Rahşan Demîrel di sala 1992'an de, Ronahî û Berîvan jî di sala 1994'an de li dijî zilmê bedena xwe dan ber agir di roja Newrozê de.   BERXWEDANA CIZÎR Û NISÊBÎNÊ   Di destpêka salên 1990'î de bi sed hezaran kes li qadên Newrozê li hev kom bûn. Hikûmetên serdemê bi qedexe û astengiyan xwestin pêşî li pîrozbahiyan bigirin. Her wiha Newroz bi rengê "Newrozê" weke "Roja Tirkî" hat îlankirin.   Pîrozbahî û êrîşên li hemberî gel ên li navçeya Cizîr a Şirnexê di sala 1992'an de hatin kirin, xaleke girîng bû. Di 21 'ê Adara 1992'an de bi hezaran kes li nuqteyên cuda yên Cizîrê hatin cem hev û ber bi qada ku wê pîrozbahî lê bihata lidarxistin ve meşiyan. Welatiyên ku li gelek cihan hatin astengkirin ji helîkopter û wesayîtên zirxî hatin gulebarandin. Lê belê tevî vê yekê jî agirê Newrozê hat pêxistin. Li gorî qeydên fermî di êrîşan de 57 kes mirine û li gorî şahidan ev hejmar ji 100'î zêdetir e.   Newroza ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya deh hezaran kesî pêk hat, bêyî ti bûyer biqewime bi heybetî hat pîrozkirin. Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ji ber ku bûyer pêk nehatin li pêş kamerayan spasiyên xwe ji gelê Nisêbînê re kir.    Dema ku li Cizîrê nûçeyên qetlîamê digihêjin Nisêbînê gel dadikeve kolanan. Di 22'ê Adarê de bi hezaran kes li ser pira li ser Çemê Çag Çag ku weke "Pira Şehîdan" tê naskirin, li hev civiyan. Girseya ku li dijî anonsên "belav bibin" ên polîsên ku bi panzeran li ser pirê barîkat danîn dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi dirûşmên gelek caran qetlîam protesto kirin. Li vir jî polîsan dest bi barandina guleyan li gel kirin û panzer bi ser wan de ajotin. Li gorî hejmarên fermî li vê derê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 106 kes jî birîndar bûn. Cenazeyên 2 welatiyên ji bo ji komkujiyê xilas bikin xwe avêtin Çemê Çag Çag û piştre cenazeyên wan  ji bajarê Qamîşlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anîn navçeyê.   Di şeva 20'ê Adarê heta 21'ê Adarê de Rahşan Demîrel a 17 salî li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê bedena xwe da ber agir. Li ser vê yekê got, "Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Divê ez bersivê bidim Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê. Li min xwedî derkevin. Agahî bidin Îsmet Sezgîn dê Newroz bê pîrozkirin... Ger bi tekeran nebe jî em ê bi canê xwe pîroz bikin!"   BI MILYONAN LI QADÊN NEWROZÊ NE   Di destpêka salên 2000'î de taya Newrozê hê mezintir bû; bi milyonan daketin qadan, Kurdan dest bi qîrîna daxwazên xwe yên azadiyê kirin. Tevî hemû qedexe û astengiyan jî mezinahiya pîrozbahiyan li gorî salên bihurî hîn bêhtir mezin bûye.   NEWROZA 2013’AN   Navenda pîrozbahiyên Newrozê her tim Amed bû. Bi taybetî pîrozbahiyên ku di salên 2013, 2014 û 2015'an de li Amedê hatin lidarxistin, derbasî dîrokê bûn. Bi milyonan kes beşdarî her sê Newrozê bûn. Bi taybetî Newroza Amedê ya 2013'an yek ji Newroza herî bi heybet a dîrokê bû. Peyamên Abdullah Ocalan mora xwe li vê Newrozê xist. Bi milyonan kes bi baldarî peyam guhdar kirin.    Sibe: Nirxandinên Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê...   MA / Azad Altay