Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin peymana li Rojava 2025-03-11 11:01:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Bafil Talabanî diyar kir ku ew piştgiriyê didin peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de û anî ziman ku ew ji her gava ji bo parastina mafên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên avêtin bihêvî ne.  Duh di navbear Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek hate îmzekirin. Serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi peyamekê piştgiriya xwe ji bo fermandarê HSD’ê Mazlum Ebdî nîşan da.   Peyama Talebanî wiha ye: “Ez bi germî pêşwaziya lihevkirina di navbera birêz Mazlum Ebdî û birêz Ehmed Şara de dikim, ev gaveke girîng û erênî ye ji bo xurtkirina jiyana hevbeş û xebata hevbeş di Sûriyeya nû de. Ev rêgezek raste ku dê aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re bîne û me ji destpêkê ve daxwaz kir û ji bo wê kar kir. Em hêvîdarin ku ev pêngava ku mafê gelê me yê Rojava û hemû civakan diparêze, bibe destpêkek nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û dostê gelan ku destûra bingehîn bingeha xebat û hevkariyê ye. Weke her car ez piştgiriyê didim xebatên birayê xwe Mazlûm Ebdî yên ji bo aştî û aramiya herêmê.”