Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin 2025-04-20 16:37:16   ÊLIH - Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li Êlihê ji bo berdana girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam bang kirin.    Mehmet Emîn Çam (73) di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Çam, piştî krîza dil derbas kirî rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wî didome. Çam ku li Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê tê ragirtin û di 16’ê Nîsanê de krîza dil derbas kir. Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Êlihê Zeynep Oduncu, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Êlihê çûn serdana malbata Çam a ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê disekinin.    Şandeya ku çû serdana malbatê, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da. Wekîla DEM Partiyê Zeynep Oduncu di daxuyaniyê de ji bo Çam daxwaza edaletê kir. Çam, wiha got: “Nayê qebûlkirin ku tedawiya Çam bi destkelemçekirî bidome. Divê Çam were berdan û hêjayî rûmeta mirovahiyê were tedawîkirin. Divê ev zilma li girtiyên nexweş tê kirin demildest bê bidawîkirin.”    Keça Çam, Şîmel Çam jî anî ziman ku bavê wê bêyî refeqetvanek hebe bi tena serê xwe di qawîşa mehkûman de tê ragirtin û xwest zilma li ser girtiyan were bidawîkirin.