Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin 2025-04-21 13:23:11   AMED - Welatiyên Sûrê bertek nîşanî projeya GES’ê dan ku tê xwestin li gundê Arzoxliyê bikeve meriyetê û xwestin ev projeya dê bibe sedema koçberiyê, tavilê were betalkirin.    Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, di 31’ê Gulana 2024’an de ji bo projeya “Santrala Enerjiyê ya Rojê ya ZENKAR-1’ê” ku Şîrketa Zenkarê dixwaze li gundê Arzoxlî yê navçeya Sûrê ya Amedê çêbike, biryara “ÇED erênî ye” dabû. Tê payin ku proje 49 salan bidome û li qadekî bi mezinahiya 9 km’an were çêkirin.    Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) ku ji bo ÇED’ê nêrîn jê hatibû xwestin, diyar kir ku qismekê projeyê li ser zeviyên çandiniyê ye. Di bersivê de hate gotin ku heke tu vebijêrkên din nebin, ji bo erdên çandiniyê ji bo karê derveyî çandiniyê bên bikaranîn, bila li nirxandina sazî û dezgehên peywirdar bê guhdarîkirin.    Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Tapo û Kadastroyê, qada ku tê xwestin projeya GES’ê lê were cîbicîkirin “Mêrg” e û eraziya berhemdar xuya dike. Şêniyên gundê Arzoxliyê ku 150 mal lê dijîn, li dijî projeyê ne û dixwazin were betalkirin.    ‘EM LI DIJÎ PROJEYÊ NE’   Ji şêniyên gund Mehmet Can, da zanîn ku mêrga wan 800 do donim in û tê xwestin li ser 500 doniman GES were çêkirin. Can, diyar kir ku ew li dijî projeyê ne û ev tişt anî ziman: “Em li vir ajalên xwe diçêrînin. Berhemên me yên organîk li vir tên çandin. Xelkê gund debara xwe bi ajalkariyê dike û heke ev erd ji dest me derkeve, em ê nekarîn karê ajalkariyê bikin. Lewma em li dijî vê projeyê ne. Ji bo betalkirina vê projeyê çi ji destê me bê, em ê bikin.”    Alîş Gunerî jî li dijî projeyê ye û wiha got: “Gundiyên me li dijî projeyê ne. Ez şivan im û heke ev der bê girtin ma ez ê çi bikim, ez ê bi ku de biçim? Em bi tu awayî vê qebûl nakin. Heke mêrgên me ji dest me biçin, dê li vir ajalkarî bi dawî bibe. Bila her kes ji me re bibe piştevan.”    ‘EM Ê BI KU DE BIÇIN?’   Mehmet Şîrîn Akboga jî destnîşan kir ku cihên tê xwestin proje lê were cîbicîkirin mêrg in û wiha pê de çû: “Debara me ji axê ye. Heke GES were çêkirin, em tevek dê bar bikin. Em li wir pezê xwe diçêrînin. Armanca me ne derxistina pirsgirêkan e. Ji bilî ajalkariyê tu dahateke me nîne. Ma heke ev der ji dest me biçin em ê bi ku de biçin, em ê çi bikin?”    Keyayê gund Mehmet Kelle jî bi lêv kir ku mêrgên behsa xeberê ji bo wan gelek girîng in û got: “Bi vê projeyê re dê xweza were texrîbkirin û qadên jiyanê yên ajalan bên tunekirin. Divê hemû xelkê gund li dijî projeyê derkeve. Em xwedî li av û axa xwe derkevin. Em li dijî vê li ber xwe bidin.”    'EM Ê NEÇAR BIMÎNIN KOÇ BIKIN’   Welatiya 85 salî Medîne Ozpinar jî got ku ew li dijî projeyê ne û dixwazin pirsgirêkên wan bên çareserkirin.    Şivanê bi navê Mehmet Saît Ataş ê 75 salî jî got ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê destûrê nedin wan ku mêrgên me dagir bikin. Kesên panelên biceyran çêdikin bila dev ji vî karî berdin. Xelkê gund li vir ajalkariyê dike. Heke şîrket dest deyne ser vê mêrgê, em ê neçar bimînin koç bikin. Em vê naxwazin.”    MA / Mujdat Can