'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin' 2025-04-23 09:01:35 ENQERE - Sekreterê Giştî yê Egîtîm Senê Zulkuf Guneş bal kişand ser projeya tayînkirina dibistanan ku rastî bertekên sendîkayên perwerdehiyê û xwendekaran hat, got ku divê tayinkirin bi awayekî zelal bên kirin.  Wezareta Perwerdehiyê (MEB) 8'ê Nîsanê roja Sêşemê tayînkirina mamoste û rêveberên "Dibistanên Proje û Bernameyên Taybet Pêk Tînin" ku wekî" dibistana proje" jî tê zanîn, ragihand. Sendîkayên perwerdehiyê van tauinkirinan wekî "qirkirinê" pênase kirin. Tayinên ku ji aliyê saziyên pispor ên perwerdehiyê û xwendekarên li van dibistanan dixwînin bûn cihê bertekan, li gelek bajaran bû sedema çalakiyan. Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) Zulkuf Guneş, protesto û tayînên ku berdewam dikin nirxand.      Guneş diyar kir ku pêdivî bi perrwerdehiyeke ku guh nade cudakirina dîn, nijad û ziman heye û got: "Ji destpêkê ve tayinên bêheq û hiqûq hatin kirin. Vîna xwendekarên li van dibistanan jî tüne hat hesibandin û bi pêvajoyeke ne zelal cihê peywirê yê mamosteyan hat guherandin. Ji ber vê xwendekara jî ji bo xwedîderketina li mamosteyên xwe, dibistana xwe û siberoja xwe bertekan nişan didin. Bertekên xwendekaran ji bo me girîng in. Em dixwazin Wezareta Perwerdheiyê demildest dest ji vê şaşiyê berde û guh bide daxwazên xwendekaran û dengê wan bibihîze. Piştî bertekan Wezareta Perwerdehiyê hindik be jî paş de gav avêt. Got, pergala tayinkirinê hatiye sekinandin. Lê ev ne bes e. Divê ev mamsote li dibistanên xwe bixebitin. Divê pîvanên tayinkirinê zelal bin."      Sekretera Peymana Kar a Giştî û Hiqûqê ya Egîtîm Senê Ozlem Tozlûyê jî bilêv kir ku desthilat bi van polîtîkayan dixwaze li dibistanan kadroyên xwe ava bike û got ku mamosteyên di warê zêdekirina kalîteya perwerdehiyê de bi awayekî giştî tên şandin. Ozlem Tozlûyê anî ziman ku berteka xwendekaran di cih de ye û mafdar e.