‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’ 2025-04-23 15:11:47   WAN - Platforma Jinan a Wanê bal kişand ser mirina 3 jinan a di nava hefteyekê de û got: “Ev pergala ku gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe, her carê hewl dide di bin navê ‘întîharê’ de xwe paqij derxîne.”    Li Wanê di nava hefteyekê de 3 jinan bi awayekî guman di bin navê “întîharê” de jiyana xwe ji dest dan. Platforma Jinan a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya Perîhan AVM’ê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” hate hilgirtin û metna daxuyaniyê parêzer Burcu Şeber xwend.    ‘CÎNAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN’   Şeber, bi bîr xist ku di nava hefteyekê de 3 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “her sê ‘mirinên biguman’ jî encama êrişa sîstematîk a li dijî mafê jiyanê yê jinan e. Ev pergala ku gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe, her carê hewl dide di bin navê ‘întîharê’ de xwe paqij derxîne. Lê em dizanin ku mirin tesadûfî nîne, munferît û şexsî nîne. Ev mirin, encama tundî, xizanî, zexta civakî û necezakirinê ye. Ev ne ‘întîhar’, ev cînayetên jinan e ku hewl didin veşêrin. Jin ji tundiya nava malê nayên parastin, mehkûmî tundiya aborî hatine kilrin, mekanîzmayên xizmetên civakî nayên cîbicîkirin û hêzên ewlekariyê û dadgeh beyanên jinan tune dihesibînin. Rewşekî wisa ava dikin ku jin nekarin bijîn. Û ev tunebûn her carê weke ‘întîhar’ tê qeydkirin. Lêpirsîn baş nayên kirin, îxtîmala faîltiyê nayê lêkolînkirin û bi biryarên nepeniyê yên ser dosyayan jî nahêlin raya giştî agahiyan bi dest bixe. Ev bêdengî û ev necezakirin jî mirina jinan rewa dikin.”    DAXWAZA RAPIRSINÊ   Burcu Şeber, got ku ew ê hemû dozên mirinên biguman ên jinan bişopînin û got: “Em li dijî hemû saziyên mafê jiyanê yê jinan tune dihesibînin disekinin. Em bang li hemû dozger, hêzên ewlekariyê û mekanîzmayên fermî dikin ku mirina jinan baş rapirsin. Nabe ku her mirinê di bin navê ‘întîharê’ de veşêrin. Dosyaya jinan ne îstatîstîkeke were girtin e. Van mirinan careke din nîşanî me da ka pergala mêrê serdest jiyana jinan çiqas bêqîmet dike. Em îro bi êrişeke piralî ya li dijî mafê jiyanê ya jinan re rû bi rû ne. Li rexekî jinên rastî tundiyê tên di bin navê ‘parastinê’ de neçarî tenêtiyê tên kirin, li rexa din jî xwegihandina xizmetên tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.”    ‘DEWLET MUDAXILEYÎ TERCÎHA WELIDANDINÊ DIKE’    Burcu Şeber, destnîşan kir ku dewlet di bin navê plankirinê de mudaxileyî bedena jinê, welidandinê û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bi van mudaxileyan jî bedena jinan dixin bin kontrola xwe. Ne tercîha welidandinê ya zarokan, îktîdara patrîarkayê hedev bigirin. Di her mirina jineke li vî welatî de berpirsyartiya dewletê heye. Di hemû rewşên ku xizmetên civakî baş nayên kirin, rêxistinên jinan dûr tên xistin, mekanîzmayên parastinê bêbandor hatin kirin de faîl yekser dewlet e. Ev daxuyanî, banga têkoşînê ye. Em ne pergalekî ku mafê biryardayînê yê jinan tune dihesibîne, em pergaleke qada jiyanê li jinan vedike dixwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyana jinan bidome. Cînayetê jinan, serhildana me ye.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Cînayetên jinan polîtîk in” bi dawî bû.