DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir 2025-04-24 16:38:35   AMED - DEM Partiyê li Bismilê silha malbatên Erol û Onat kir ku di navbera wan de dijminatî hebû.    Di 10’ê Nîsanê de li Taxa Kooperatîfê ya navçeya Bismil a Amedê di navbera malbatên Erol û Onatê de nîqaş derket û bi mezinbûna nîqaşê re çek hatin bikaranîn. Di bûyerê de 8 kes birîndar bûn. Rêxistina DEM Partiyê ya Bismilê di navbera malbatan de navbeynkarî kir, her du malbat anîn ba hev û silha wan kir. Silha malbatan, li mala şînê ya Taxa Kooperatîfê hate kirin. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, hevserokên rêxistinên navçeyan, Hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikulu û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tev li bûn.    Gulşen Ozer di silhê de got ku heta aştiya navxweyî çênebe dê aştiya neteweyî jê çênebe û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd ji her demê bêhtir îro nêzî aştiyê ye. Hewceye vê demê em aştiya xwe ya navxweyî bêhtir xurt bikin.”    Piştî axaftinan, malbatên Onat û Erol silav dane hev û li hev hatin.