Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket 2025-04-28 09:56:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûne di hejmara xwe ya 280’yan de bi manşeta “Dawiya kedxwariyê nêz e” gihîşt ber destê xwînerên xwe.    Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 280’yan vê hefteyê bi manşeta “Dawiya kedxwariyê nêz e” derket. Rojnameyê bi boneya nêzbûna 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bi Serokê Şaxa Hejmar 1 a DÎSK Genel Îş’yê ya Amedê Kamûran Taş re hevpeyvîn kiriye. Taş, dibêje ku divê karker û kedkar li hemberî kedxwariyê rêxistiniya xwe xurt bikin.    Di vê hejmara rojnameyê de nivîskar Mîdya Miqted, Nalîn Aslan,Veysel Avci, Îsmet Konak, Mamoste Silêman, Felemez Ulug, Zinar Ronî, H. Halît Alaçatî û Medenî Ferho bi nivîsên xwe cih girtin.