Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn 2025-04-29 09:11:36   WAN - Guldexwînên li deverên bilind ên li rex Gola Wanê û Girava Ahtamaryê vebûn, bi xwşikiya xwe welatiyan mest dikin.   Guldexwînên li çolterê gundê Zevê yê navçeya Westanê ya Wanê kulîlk vekirîn, xweza xemilandin. Guldexwînên ku li goristana gund derketin, îsal jî bûn xemla herî pêşketî ku bala geştiyarên herêmî û biyanî dikişand. Her roj bi sedan kes tên qadên Guldexwîn lê şîn dibin. Ziyaretvan hem wêne û dîmenên Guldexwîninan dikişînin hem jî dîmenên rengîn ên Gola Wanê û Girava Ahtamarayê temaşe dikin.    YEK JI ÇÎÇEKÊN HERÎ NADÎDE YE   Guldexwîn, li seranserî cîhanê yek ji çîçekên herî nadîde tê hesibandin. Di Latînî de weke "Fritillaria Imperialis" tê binavkirin. Piranî bi rengên zer û sor vedibin û di her şaxê wê de 4 heta 6 alaleyên wê hene. Bi qasî 75 santîmetreyan jî bilind dibin. Emrê wan jî di navbera 15 û 20 rojan de diguhere.    Li gel Kurdistan û Tirkiyeyê, di heman demê de li Iraq, Îran, Azerbaycan û çendek welatên din ên cîran jî şîn dibin. Yek ji cihê herî zêde Guldexwîn lê şîn dibin jî Colemêrg, Sêrt, Bedlîs, Xarpêt, Dêrsim û Wan in.    Guldexwîn, piranî li deverên bi bilindahiya hezar û 500 û 4 hezarî şîn dibin û li gelek welatan jî ji bo cureyê wan tune nebin tên parastin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê li kesên Guldexwînan jê dikin cezayê pereyan tê dayin.    MA / Azad Altay