Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin 2025-04-30 09:13:22   STENBOL - Ji 52 kesên di operasyona pêla duyemîn a li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibûn binçkavkirin 18 jê hatin girtin.    Di 26’ê Nîsanê di çarçoveya operasyona bi îdiaya “nelirêtiyê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de 52 kes hatibûn binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên li dozgeriyê duh qediyan. Ji kesên sewqî edliyeyê hatine kirin 18 jê hatin girtin û 34 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.