Di derketina AKM’ê de li dijî Ozel êriş hat kirin 2025-05-04 13:17:54 STENBOL - Di derketina AKM’ê de li dijî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel êriş hate kirin. Sezgîn Tanrikulu yê CHP’î got: “Provakotorekî ji xwe re digot ‘zarokê Osmanî me’ êriş kir.”  Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî tev li merasîma ji bo endamê Şandeya Îmraliyê yê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê hat lidarxistin bû. Di dema derketina navendê de kesekî êrişî Ozel kir.    Kesekî ku nasnameya wî nehat tespîtkirin, kulmek li Ozel xist. Ozel, j hêla parastvanên xwe ve ji AKM’ê hate derxistin.    Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî êrişê got: “Kesekî bêşerm, alçax û provokator bû. Provokatorekê ji xwe re digot ‘zarokê osmanî’ bû.”    Polîsan, êrişkar binçav kirin. Hat îdiakirin ku demekî kin beriya êrişê, di destê êrişkar de mîkrofona A Haberê hebû.