Akin Bîrdal: Divê tecrîd rabe, şert û merc bên sererastkirin 2025-05-06 10:09:56 ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Bîrdal diyar kir ku ji bo gumanên li ser pêvajoyê bên rakirin divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û şert û merc bên sererastkirin. Tevî ku di ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de hat kirin re 2 meh derbas bûne jî, hînê ji aliyê dewlet û hikûmetê ve gaveke şênber nehatiye avêtin. Hemû beşên civakê bangawaziyê xwedî derdikevin û daxwaz dikin ku dewlet gav biavêje.   Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal li ser gavên ku dê piştî banga dîrokî bên avêtin nirxandin kir.   'HÛN Ê BI KÊ RE LI HEV BIKIN?'    Bîrdal da zanîn ku îdeolojiya fermî negihîştiye karakterekî demokratîk û anî ziman ku feraseta tekparêz zêdeyî sedsal e dewam dike û wiha got: "Dibêjin, 'Eger aştî were, em ê bînin'. Di sala 1951'ê de dema Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) hat girtin, nivîskar, helbestvan û siyasetmedarên naskirî hatin binçavkirin û girtin. Waliyê Enqereyê Nevzat Tandogan dema ku di bin îşkenceyan de lêpirsîna wan dihate kirin û digot; ‘heke komunîzm wê were em ê bînin'. Tişta ku em niha pê ra rû bi rû ne ev e. Eger aştî were û pirsgirêka Kurd çareser bibe, dibêjin 'em ê bînin, em ê çareser bikin'. Lê belê, ev du alî ye. Tu yê bi kê re li hev bikî? Di vê çarçoveyê de hînê ev têgihiştin negihîştiye cih."   HIKÛMET MIJÛL DIKE   Bîrdal diyar kir ku nediyarî rê li ber bêhêviyê vedike û wiha axivî: "Mûxatabê vî karî hînê nehatiye destnîşankirin. Di 27 'ê Sibatê de di banga Abdullah Ocalan de 4 navnîşan hebûn. Ya yekemîn PKK ye, ya duyemîn hikûmet e, ya sêyem parlamento ye, ya çaremîn jî muxalefeta civakî û siyasî ye. PKK'ê ku muxatabê pêşî ye di cih de bersiv da. Çek bêdeng kirin. Lê, mixabin li aliyê dewletê çek nehatin bêdengkirin. Dîsa kongre kengî, li ku û çawa dicive? Tevlibûna Abdullah Ocalan a li pêvajoyê xwedî girîngiyek mezin e. Li vir jî divê deriyê tecrîdê were vekirin. Bêguman divê şert û merc bên sererastkirin. Yanî divê tecrîd were rakirin, şert û merc bên sererastkirin. Divê danûstendin were mîsogerkirin. Divê malbat û parêzerên wî karibin her hefte bi awayekî sîstematîk hevdîtinê bikin. Lê belê serlêdana parêzeran bêbersiv tê hiştin. Mînak divê rojnamevan karibin biçin hevdîtinê bikin. Lê mixabin hikûmet mijûl dike û gavek nayê avêtin."   DAXWAZ HEYE, MÛXATAP NÎNE   Bîrdal da zanîn ku pêwîstiya her kesî bi aştiyê heye û divê hemû beşên civakê aştiyê bixin rojeva xwe û wiha got: "Ji bo vê yekê divê hemû qanûnên 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' û 'Qanûna Ceza ya Tirk' a pêşî li axaftin, nîqaş û nivîsandinê digire, bên rakirin. Bêyî ku em biaxivin an jî nîqaş bikin em ê çawa vê pêvajoyê ber bi aştiyê ve bibin? Yanî bê wê rûbirûbûn û pirsyariyê em ê çawa bigihîjin aştiyeke mayînde û bi rûmet? Hefteya 1049'an a lêgerîna edaletê ya Dayikên Şemiyêye. Bi gotineke din, hin rêzikname pêwistî bi xebateke qanûnî û qanûnên nû hene. Lêgerîna Heqîqet û Edaletê ya Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan a Qada Galatasarayê de ye. Bi telefonê ev astengî dikarin bên rakirin û dayik û parêzvanên mafan dikarin qurnefîlên li ber lîseyê biterikînin. Daxwaz heye ku li Amed, Colemêrg û Êlihê winda bên dîtin û faîl bên darizandin.”   ÇAVDÊRÊN NAVNETEWEYÎ   Bîrdal anî ziman ku divê 'Konferansa Aştiyê' ya ku hemû beşên civakê wê bên temsîlkirin bê lidarxistin û heyetek ji bo biçe Girava Îmraliyê dikare bi vîneke hevpar bê diyarkirin û wiha got: "Di mînakên Îrlanda, Îspanya, Afrîka Başûr û Kolombiyayê de herî dawî çek hatin hiştin û komîsyona bêçekkirinê ya navneteweyî, ku em jê re dibêjin çavê sêyemîn, hat avakirin. Bêçekbûyîn di bin çavdêrî û kontrola wan de ye. Lê belê di rewşa me de yekser erebe danîn ber hespê û dibêjin, 'çekê deynin'. Baş e, wê li ku bihêle? Wê kî pê re bimîne? Wê kî van çekan wergire û wê temînata hêzên ku wan deynin çi be? Aliyên sêyem li ku derê ne? Di mijara danîna çekan de tê gotin ku di van şert û mercan de çek nayê danîn.”   'DERFET HEYE'   Bîrdal bal kişand ser pêwîstiya serbestberdana siyasetmedar û rojnamevanên li girtîgehan bi taybetî jî girtiyên nexweş û anî ziman ku divê tavilê dawî li înfazan bê anîn û Desteya Şopandina Îdarî tavilê were rakirin. Bîrdal da zanîn ku ji bo aştî û demokrasî pêk were divê li meclîsê komîsyonek bê avakirin û ev pêşketin firsendek e û wiha got: "Ev ne tenê ji bo parêzvanên mafên mirovan û gelê Kurd û her wiha ji bo desthilatdariya siyasî jî firsendek e. Ez difikirim ku ger em vê pêvajoyê bi dawî bikin, desthilatdariya siyasî; di heman demê da dikare çareseriyan ji bo hin pirsgirêkên karkerên karker û xîzanan peyda bike. Ji ber ku eger pereyê ku niha ji bo lêçûnên parastinê û ewlekariyê hatiye veqetandin ji teqawît û karmendan re bê veqetandin, wê sûdê bide her kesî. Divê her kes ji xwe bipirse, 'Min îro çi kiriye?' ji bo aştiyê. Mîna ku Kant (Immanuel Kant) got, 'Ez çi bikim, em dikarin çi bikin?'. Divê ev pêvajo li ser esasê wekhevî û azadiyê bê meşandin.”   MA / Ugurcan Boztaş