Tanrikulu: Divê em rola avaker a Onder biparêzin 2025-05-06 10:26:48 STENBOL - Wekîlê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu têkildarî wefeta Sirri Sureyya Onder axivî û anî ziman ku divê rola avaker a Onder bê parastin.  Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder di 3’ê Gulanê de li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Siyasetmedar û hunermend jî di nav de bi hezaran kes çûn serdana nexweşxaneya ku Onder 18 rojan lê tedawî didîtin. Yek ji kesên ku nexweşxane ziyaret kir parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu bû.   Tanrikulu diyar kir ku ew bi Sirri Sureyya Onder re di têkoşîna mafê mirovan a beriya siyasetê de hev nas kiriye û bûye dost û ev hevaltî di dema wan a meclisê de bi pêş ve çûye û wiha got: "Eger pênaseya mirovekî baş bê kirin em dikarin behsa Sirri bikin. Der barê tu kesî tiştên xirab nefikirî, hewl da yên jê nefret dikin jî îqna bike, bi her kesî re biaxive û bi zanebûna xwe ya mezin, henek û hêza gotinên xwe mirov qanih dikir. Bi rastî jî windahiyeke mezin e. Hem weke hevalekî windahiyeke mezin heye, hem jî misyona girtibû ser xwe. Aktor di çareseriya pêvajoyan de xwedî roleke mezin in. Ji sala 2011'an û vir ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li parlamentoyê hewldanên mezin kir û tecrûbeya xwe her tim ji bo vê armancê bi kar anî."   'MISOGERKIRINA AŞTIYÊ'   Tanrikulu diyar kir ku wî şahidî kiriye ku Onder ji bo aştiyê berdêlên mezin dane û wiha got: "Di vê pêvajoya dawî de roleke wî ya mezin hebû. Di heman demê de hunermendek bû û ji salên xwe yên ciwaniyê û vir ve siyaset dikir. Ji ber vê yeke Tirkiye û dîroka nêz a Tirkiyeyê û tevgera kurd baş nas dikir. Tişta dikeve ser milê me ew e ku em peywira wî bi cih bînin. Ger em vê rola xwe bibin serî em ê deynê xwe bidin. Em ê ji bo vê bikevin nav hewldanan. Divê teqez aştiya Tirkiyeyê pêk were. Serokê giştî yê partiya me got ku dê misyona xwe bînin cih. Di navbera wan de dostaniyeke baş hebû û di vê pêvajoyê de jî ew dostanî dewam kir. Ez careke din li ber bîranîna wî rêz digirim.”   'DIVÊ EM ROLA WÊ YA AVAKER BIDOMÎNIN'   Tanrikulu da zanîn ku dewamkirina hewldanên Onder ên ji bo aştiyê wezîfeyeke ji bo kesên li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin û wiha axivî: "Tiştek ji me kêm bû, tiştek ji Tirkiyeyê winda bû. Sirri ne kurd bû, lê wek kurdan bû. Wisa hîs nedikir ku ew aîdî nasnameyekê ye. Her wiha pir girîng e ku; Sureyya Onder li ser populîzmê kar nekir. Her tim li ser kêlekê sekinî, veşarî bû, nediaxivî. Dema biaxiviya jî herî kêm axivî. Ev ne tiştekî hêsan e. Di heman demê de di vî alî de bawerî da. Pêwîste bi şêwaza xwe ya avaker û rola xwe ya çêker bê parastin.”   MA / Yeşîm Tukel