Mal bi mal digere û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêje 2025-05-08 09:22:26   ŞIRNEX - Hîkmet Duman ê DBP’î ku li Şirnexê mal bi mal digere û “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan vedibêje, got: “Em mal bi mal, gund bi gund digerin û aştiyê vedibêjin.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên ji bo “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihînin tevahiya civakê, didomînin. Ev xelat li gelek bajaran didomin. Siyasetmedarên DBP û DEM Partiyî, li Şirnexê jî tax bi tax, gund bi gund digerin û hewl didin xwe bigihînin her kesî. Di serdanan de hem banga Abdullah Ocalan hem jî kampanyaya HDK’ê ya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” tê vegotin.    LI ŞIRNEXÊ 6 HEZAR ÎMZE KOM KIR   Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê DBP’ê Hikmet Duman diyar kir ku bi xebatên xwe re ew li dijî şer aştiyê birêxistin dikin. Duman, got: “Di vî şerî de me gelek kes winda kirin û bedeleke mezin da. Bandora şer li tevahiya civakê bû. Di çarçoveya kampanyaya HDK’ê de me li Şirnexê heta niha 6 hezar îmze kom kirine. Armanca kampanyayê milyonek îmze ye. Lê belê hedefa me ew e ku ji milyonekê zêdetir îmzeyan kom bikin. Taybetiya vê kampanyayê, civakîkirina aştiyê ye. Ev xebat, bangeke ji bo meclisê, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bû. Ev îmzeyên dê ji Meclisê re bên şandin, ji bo aştiya welat girîng û watedar e.”    BANGA ABDULLAH OCALAN VEDIBÊJE    Duman, anî ziman ku ew kampanya û banga Abdullah Ocalan ji gel re vedibêjin û got: “Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, me xebatek danî pêşiya xwe. Di vê çarçoveyê de em diçin serdana gelê xwe û girîngî û wateya bangê vedibêjin. Em aştiyê ji gel re vedibêjin. Tiştên ji bo aştiyê pêwîst vedibêjin. Gelê Botanê, di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bedelên giran da. Di her malbatê de hema hema 3 kesan canê xwe ji dest dane. Di esasê xwe de herêma herî zêde pêdiviya bi aştiyê heye ye. Lewma xwedî li kampanyaya îmzeyan derdikevin û cidî nêz dibin. Di vî şerî de zirar gihiştiye hemû gelên bindest ên Tirkiyeyê. Lewma aştî ji bo her kesî ya bi xêr e. Em banga xwedîderketina li aştiyê û pêvajoyê li gelên Tirkiyeyê dikin.”    MA / Zeynep Durgut