ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN 2025-05-09 09:00:01 * Endamê OHD'ê Diyar Çetedir diyar kir ku ji bo pêvajo bi pêş bikeve divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û bi civakê re hevdîtinê pêk bîne û got ku divê di mijara "mafê hêviyê" de demildest gav bên avêtin. * Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew li bendê ne ku dewlet û desthilat di nêz de bikevin nava liv û tevgerê û girtiyan serbest berdin û gotin: "Em hem li benda aştiyê ne, hem jî li benda gotinên birêz Ocalan in."   * Pêvajoyên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêş ketin, ji ber neavêtina gavan ji aliyê desthilatan ve an jî ji ber armancên wan ên "tesfiyekirinê" hatin berhewakirin. Rojnameger Amed Dîcle got: "Eger înkar û îmha raweste, dê tundî û şer jî bi dawî dibe. Heta ku feraset neyê guhertin, çareserî nayê pêşxistin."   * Dîcle Anter diyar kir ku Sirri Sureyya Onder heta kêliya dawî jî ji bo aştiyê têkoşiya û got: “Sirri, ji bo dewlet bi rastiyan re hevrû bibe têkoşiya.”    * Di nava 4 mehan de li Şirnexê 12 kesên krîza dil derbas kirin, ji ber xizmetên tenduristiyê yên kêm jiyana xwe ji dest dan. Serokê Odeya Bijîşkan a Şirnexê Serdar Kunî got: “Divê gel bikare xwe bigihîne polîklînîk û xizmetên tenduristiyê.”    * Li Çiyayê Gabarê ku qirkirina xwezayê lê didome, birîna daran dîsa dest pê kir. Dîmenên darên hatine birîn û li kêleka rêyan hatine komkirin hatin kişandin.    * Hevseroka TUAYDER’ê Nazîme Bayhan diyar kir ku li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene û got: “Girtiyên rewşa wan giran hene. Em naxwazin darbestên wan ji girtîgehan derkevin. Divê tavilê bên berdan.”    * Welatiyên li bazara semtê ya Wanê danûstandin dikirin ji ber krîza aborî bi gilî û gazinc in. Ji esnafan Fuat Aşkan, got: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin. Em bihêvî ne, dê tiştên xweş çêbibin.”    * Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder dê li bajarê wî Meletiyê şîn bê danîn. (10.00-17.00)   * Di çarçoveya çalakiyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê li Amed û Wanê çalakî bên lidarxistin. (11.00-17.00)    * Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan dê li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyê bide. (11.30) ZINDÎ   * MED TUHAD-FED, OHD û TUAY-DER dê li pêşiya Edliyeya Amedê têkildarî girtiyên nexweş û girtiyên tehliyeyên wan hatine astengkirin, daxuyaniyê bidin. (13.00) ZINDÎ   * Şaredariya Mûşê dê mala bêhnvedanê ya jinan veke. (13.00)   * Baroya Amedê dê panela “Ji hêla destûra bingehîn ve meseleya Kurd” li dar bixe. (14.00)    * DAKAP dê li dijî tundiya ser jinan, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Qada Şêx Seîd meşê li dar bixe. (17.30)    * MED-DER dê li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Amedê Meclisa Kirmanckî ragihîne. (18.30)