Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye 2025-05-12 11:31:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Biryara PKK’ê ya têkildarî bidawîkirina xebatên xwe, di çapemeniya cîhanê de deng veda.  PKK’ê, danezana Kongreya 12’emîn ku piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, aşkera kir. Di danezanê de hate gotin ku Kongreya 12’emîn di 5-7’ê Gulanê de hatiye lidarxistin û wiha hate gotin: “Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”   Biryara PKK’ê li tevahiya cîhanê di çapemeniyê de deng veda. Weşanên weke Reuters, The New York Times, ABC News, Le Monde, The Wahington Post, Al Jazeera û hwd. weke nûçeya lezgîn bi xwînerên xwe re parve kirin.    DI ROJEVA CÎHANÊ DE YE   Di nûçeya Reutersê ya bi serenavê “PKK belav dibe û serhildana li Tirkiyeyê bi dawî dike” de hate gotin ku biryara PKK’ê di serî de Iraq û Sûriye dê ji bo herêmeke berfireh bi xwe re encamên siyasî bîne.    The New York Times jî biryar bi serenavê “PKK pevçûnên bi hikûmeta Tirk re bi dawî dike” ragihand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku biryara PKK’ê dê li welatên cîran deng vede.    ABC News’ê jî danezana kongreyê bi berfirehî da û bal kişand ser gotina “Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.”    Rojnameya rojane ya Fransî Le Monde’yê jî bi serenavê “PKK a ku bi dehan sala ye bi hikûmeta Tirk re şer dike fesixkirina xwe ragihand” weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku biryar piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê hatiye dayin.    The Washington Post’ê jî cih da biryara kongreyê û got ku hewldaneke nû ya aştiyê ye.    Di malpera fermî ya TF1 ku televîzyon û kanala taybet a ewil a Fransayê ye jî wiha hate gotin: “PKK’ê ragihandin ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye”.    Di nûçeya France 24’ê de jî hate destnîşankirin ku PKK ku zêdetirî 40 sal in li dijî Tirkiyeyê şer dike, biryara fesixkirinê daye.    Deutsche Welle’yê jî di nûçeya xwe de anî ziman ku biryara PKK’ê piştî banga Abdullah Ocalan hatiye ragihandin.    Rojnameya Lavanguardia ya Katalonyayê jî biryara kongreyê bi sernavê “Rêxistina Kurd PKK’ê piştî 40 salan xwe fesix kir û ragihand ku çek berdane” ragihand.    Rojnameya -el Mundo’yê ya Spanyayê jî weke nûçeya lezgîn û bi sernavê “PKK, bi Tirkiyeyê re agirbest ragihand lê şertê çekberdanê girêdayî berdana Ocalan kir” ragihand.    Al Jazeera’yê jî di nûçeya xwe ya bi sernavê “PKK belav dibe, şerê bi dehan sala ye li Tirkiyeyê didome bi dawî dibe” de bal kişand ser gotina “Êdî PKK’ê misyona xwe temam kiriye”.”