ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN 2025-06-02 09:00:03   * Dr. Îsmet Konak diyar kir şerê Rûsya û Ukraynayê veguheriye girêkek Gordîon got, "Her du alî jî şertên xwe ferz dikin. Rûleta Rûs dilîzin û em bibînin wê gule li kê bikeve."   * Li gorî rêziknameya cerdevanan, dema ku cerdevaniyê dikin û ger li gorî Qanûna Hilbijartinê hatibin hilbijartin, cerdevanu qedexe ne di karekî din de bixebitin. Li bajaroka Dêrgulê hem cerdevaniyê dikin û hem jî keya ne.   * Malbatên ku dixwazin xizmên wan li goristana Kilyosê hatine definkirin, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û gotin, "Niha ne dema pêşbirka êş û azaran e; divê em bi hev re aştiyeke adîl û wekhev pêk bînin."   * Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar têkildarî geşedanên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de diyar kir ku 'pêvajoyeke awarte' pêk tê û wiha got: "Parlamento diçe betlaneyê ev jî rewşek bi pirsgirêk e. "    * Parlamenter Xeman Zana Eshed û Îman Abdurrezak Mihammed ku beşdarî Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd bûn, gotin ku bi avakirina aştî û demokrasiyê re yekitiya neteweyî wê bi lez pêş bikeve.    * Siyasetmedar Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz di 31'emîn salvegera qetilkirina wan de wê li navçeya Halîliye ya Rihayê li ser gorên xwe bên bibîranîn. (10:00)*    Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş wê li meclîsê bi Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike. (10:30) ZINDΠ   * Gerok Ma wê li navçeya Curnê Reş a Rihayê atolyeya zarokan organîze bike. (15:00)