Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû 2025-06-07 08:55:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredarê Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek  li mala xwe ya li Manîsayê bi elektrîkê ket, bi giranî birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.   Şaredarê Bajarê Mezin a Manîsayê Ferdî Zeyrek li mala xwe bi elektrîkê ket. Hat ragihandin ku piştî Zeyrek rakirin nexweşxaneyê rewşa wî giran e. Der barê rewşa Zeyrek de Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Manîsayê Op. Dr. Mehmet Fatîh Zeren diyar kir ku piştî şokê dilê Zeyrek sekinî û bi masaja dil ji nû ve ji nû ve zindî bû û rewşa wî krîtîk e û niha hatiy razandin.   Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel çû nexweşxaneyê û anî ziman ku fonksiyonên mêjî yên Zeyrek zirar dîtine an nedîtine dê piştre diyar bibe.    Rewşa Zeyrek krîtîk e û tedawiya li nexweşxaneyê didome.