Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim 2025-06-13 22:02:06 WAN - Rojnameger Reyhan Hacioglû ku ji girtîgehê derket, li ber deriyê girtîgehê got: “Peywira çapemeniya azad di vê pêvajoyê de hêj zêdetir dibe. Ez ê karê xwe yê rojnamegeriyê cihê min lê hiştî dîsa bidomînim.”  Rojnameger Reyhan Hacioglû ku di danişîna ewil a doza xwe de hate tehliyekirin, ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê hate berdan. Reyhan Hacioglu li ber girtîgeha Tîpa T ya Wanê ji aliyê TUHAY-DER, MEBYA-DER, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û Komeleya Rojnamegrên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve bi çîçekan hat pêşwazîkirin.   Reyhan Hacioglû li vir axaftineke kin kir û got: “Ez, tehliyeya xwe weke azadî nabînim. Ev, pêvajoyeke dîlgirtinê bû. Her tim çapemeniya azad wiha hedef digirin. Belê pêvajoyek heye û ev jî pozîsyona me zêdetir dike. Peywira çapemeniya azad di vê pêvajoyê de hêj zêdetir dibe. Ez ê karê xwe yê rojnamegeriyê cihê min lê hiştî dîsa bidomînim.”