Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye 2025-06-18 10:23:01 AMED - Hunermenda Kurd Eyşe Şan li ser wesiyeta xwe, piştî 29 salan li Amedê ji hêla bi hezaran kesan ve hate definkirin. Di merasîma definkirinê de ji hunermendên Ma Musicê Sarya Ertaş straneke Eyşe Şanê got. Hunermenda gewre ya Kurd Eyşe Şan di 18’ê Kanûna 1996’an de li Îzmîrê jiyana xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Eyşe Şanê, cenazeyê wê piştî 29 salan anîn Amedê. Ji bo definkirina cenazeyê Eyşe Şanê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê merasîm hat lidarxistin. Wekîlên DEM Partiyê, hevşaredar, rewşenbîr, nivîskar, sazî û nûnerên saziyan, malbata wê û gelek kes tev li merasîma definkirinê bûn.    Darbesta Eyşe Şanê ji Morga Goristana Yenîkoyê hate hilgirtin, jinan darbest danîn ser milên xwe û heta cihê gora ku dê lê bihata definkirin birin. Di dema meşê de jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û dovîzên ku wêneyên Eyşe Şanê li ser bûn hilgirtin.    Piştî definkirina cenazeyê, ji hunermendên Ma Mucicê Sarya Ertaşê straneke Eyşe Şanê got.    ‘ME DA HEMBÊZA GELÊ KURD’    Kurê Eyşe Şanê, Mûrat Kersen piştî definkirina cenazeyê axivî û got: “Eyşe Şan êdî emanetî Kurdan, hembajariyên xwe ye.” Siyasetmedar Yuksel Avşar jî got: “Hestekî di navbera girîn û negirînê de dijîm. Eyşe Şanê bandor li me tevan kir. Li gorî min ev hesret êdî îro bi dawî bû. Gelê Kurd ê xwedî li wê derkeve. Xwezî me bikariya beriya bi 30 salan ew bianiya û em bi vê hesretê nejiyan. Gelek zêde ma li sirgunê...”    ‘EYŞE ŞAN EMANETÎ KURDA YE’   Li ser navê Yekitiya Jinên Kurd jî Zeynet Dînçer axivî û spasiya hemû kesên ji bo anîna cenazeyê Eyşe Şanê ked dayin, kir.    Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî wiha got: “Em ê xwedî li Eyşe Şanê derkevin. Em spasiya Yekitiya Jinên Kurd û dostên wê dikin ku di sala 2025’an de Eyşe Şan anîn vê derê. Em ê li vir xwedî li bîranîna wê derkevin. Eyşe Şan îro li mala xwe ye, li welatê xwe ye, li mala dayika xwe ye. Bi vê sedemê em serbilind û serfiraz in.”    Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun jî wiha got: “Hesreta 29 salan bi dawî bû. Xaka Amedê xaka dayika te ye. Me ev êş bi dawî kir, me wesiyeta te bicih anî. Em ê wesiyeta hevalên xwe yên din jî bicih bînin.”    Wekîlê Amedê Serhat Eren jî wiha got: “Ji bo stranên bi Kurdî bibêje heta Bexdayê çû. Gelek zehmetî kişand lê tu caran serî netewand, li ber xwe da. Ji bo pêşketina zimanê Kurdî gelek ked da.”    Bernameya definkirinê piştî kirina duayan bi dawî bû.