‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’ 2025-06-18 13:32:20   NAVENDA NÛÇEYAN -  Xwendekara doktoroyê ya Zanîngeha College Corkê Rojîn Mukriyan, li dijî pergala netewe dewletê ya baviksalar a li Rojhilata Navîn bal kişand ser paradîgmaya Abdullah Ocalan û got: “Tevgerên jinan ên li Îranê siyaseta ‘rêya sêyemîn’ esas digirin lê hûrgiliyên vê rêyê dê bi demê re diyar bibin.”    Êrişên demdirêj ên ku bi rêya hêzên wekîl di nabera Îran û Îsraîlê de rû dida, di sibeya 13’ê Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê ya li dijî tesîsên nukleerî û serekanên leşkerî ve veguherî şereke germ. Di êrişên Îranê de, tesîsa dewlementkirina ûranyûmê Natanz a li navenda Îranê û gelek tesîsên din ên nukleerî û artêşê, bûn hedef, gelek serekanên leşkeri jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî daneyên servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîl Stêrka Sor a Dawûd, Îranê di êrişên li ser Hayfa û Tel Avîvê de gelek jîngeh, tesîsên enerjiyê û saziyên cemawerî kirî hedef. Rojîn Mukriyan a ku li Îranê di Zanîngeha College Cork doktorant e geşedanên rojevê ji bo ajansa me nirxand.   STRATEJIYA HÊZA WEKÎL A 20 SALÎ YA ÎRANÊ    Rojîn Mukriyan bal kişand li ser stratejiya ku 20 sal e Îran bi rêya wekîlan hebûna xwe li herêmê diparêze, diyar kir ku di sala 2003’an de piştî dagirkirina DYA'yê ya Iraqê tora hêza wekîliyê ji bo Îranê hêsantir bû. Rojîn Mukriyan, destnîşan kir ku di sala 2011’an de bi şerê navxweyî yê Sûriyê ve Îran hem li Iraqê û hem li Sûriyeyê bihêz bûye lêbelê bi şerê Xezeyê û bi hilweşandina rejîma Esed ve hêza Îranê li herêmê qels bûye.   Rojîn Mukriyan destnîşan kir ku di hilbijartina Amerîkayê de bi hilbijartina Donald Trump ve li Rojhilata Navîn dînamîkên nû derketine û wiha nirxand: “Piştî ku Trum cara duyemîn hate Koşka Spî, politikaya ‘bi rêya tundiyê ve aştî’ da destpêkirin. Lêbelê, stratejiya wî, hêj ji bo şerê Rûsya-Ûkraynayê û şerê Xeze-Îsraîlê çareseriyek neafirandî. Di çerçoveya pirsgirêka nukleerî ya Îranê de, Trump di 2018’an de ji JCPOA’yê vekişiya. Trump, bi rêya muzekerayan lihevkirinek ku mercên afirandina nukleerî yê Îranê ji holê radike armanç kir. Ji bo serketinê, ûltîmatomek du mehî ve du bijare da pêşiya Îranê ew jî ev bûn; ‘an dev ji xurtkirina ûranyûmê berde û peymanê îmze bik’ an ‘li hember tesîsên nukleerî tu yê bi êrişên leşkerî re rûbirû bimînî’. Rejîma Îranê, bibiryarbûna Trump şaş hisab kir. Li gorî aloziyên Rojhilata Navîn, bawer dikir ku ku dê DYA, destûrê nede Îsraîl bo êrişê Îranê bike.”     HEVDÎTINÊN DER BARÊ NUKLEERÎ DE   Rojîn Mukriyan, qala hevdîtinên Îran û DYA yê der barê nukleerî kir û wiha pê de çû: “Piştî dora 5’an a hevdîtinên der barê nukleerî ya li Ûmmanê de, DYA’yê bo Îranê teklîfek nivîksî raber kir lêbelê di hevdîtinan de bendewarî bicih nehat û teklîf hate redkirin. Hevpeymana yekemîn a di nevbera Trump û Netanyahû de, ger Trump bi Îranê re di hevpeymana dev jê berdana ûranyûmê de bi ser nekeve wê wextê dê destûra Îsraîlê hebe ji bo êrişa tesîsên nukleerî yên Îranê. Ev yek dê zextan li ser Îranê çêbike ji bo qebûlkirina şertên Trump.”   NÊZIKATIYA ABDULLAH OCALAN   Rojîn Mukriyan, derbarê geşedanan de bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelên herêmê bibîr xist ku Abdullah Ocalan wiha gotibû: “Di Rojhilata Navîn de du rê hene ya bi paradîgmaya min an bi polîtîka Amerîka.” Di berdewamiye axaftina xwe de Rojîn Mukriyanê wiha rave kir: “Nêzikatiya Ocalan, di rawestandina xwîna li Rojhilata Navîn de xwedî hêz e.” Rojîn Mukriyan, destnîşan kir ku fikrên Abdullah Ocalan di xwede rastiya herêmê vedihewîne û got: “Netewe dewlet a baviksalar, di dîrokê de tenê rê li pêşiya hejarî, kînê û qetlîamê vekiriye. Fikrê ku DYA temsîl dike, newekheviyê û serweriyê dide domandin ji ber vê yekê azadiya civakê divê xwe nespêre demokrasiya dewletê. Ku armanc azadî be fikrên Ocalan hem tayînkirina çarenûsa xwe û hem hevjiyanê di xwe de dihewîne. Di vê çerçoveyê de, divê çandek siyasî bê teşwîqkirin lewre ev dê rêya pir dengî û xweseriya civakan pêk bîne. Vîzyon û lêhûrbûna Ocalan, rêyek raber dike ku ew jî desthilatê ji desthilata navendî digre dide civakê.”   MÎNAKA KURD Û ROJAVA   “Abdullah Ocala, paradîgmayek li dijî pergala netewe dewlet û kapîtalîst pêş xistî. Bingeha paradîgmaya Ocalan li ser azadiya jinê û xweseriyê ye. Felsefeya Ocalan, ji dêleva aliyê nakokiyên heyî, ‘rêya sêyemîn’ diparêze. Ev rêya sêyemîn a Ocalan, ji ya civaknasê Îngilîz Anthony Giddens cudatir e û derveyî pergala heyî altarnatîf e. Ocalan, hemû reng û dengên civakan der dînamîkên wext û cih diparêze û di felsefeya wî de civak bi rêya rêxistinbûna kolektif dikare xwe rêve bibe. Fikrên Ocalan, li hember tundiyê, piştevaniya der neteweyî teşwîq dike û politîka ya ‘rêya sêyemîn’ li Rojava pêk hat. Armanca felsefeya Ocalan, bihêzkirina civakan nexasim a jinan e û pêşbînkirina rêveberiyke ne li ser esasê dewletê, li ser esasê xweseriyê ye. Gelê Kurd ji bo avakirina  vê ‘rêya sêyemîn’ dixebitin. Bi pêşengiya tevgera Apoî, Kurd vîzyonek pêşniyar dikin ku ev jî li ser hevjiyana aştiyane ya neteweyên cûda bi rêya civakên konfederasyonê yên rasterast disekine. Ev vîzyon armanc dike ku aliyên madî yên her çandê nas bike û dema ku etno-neteweperestiyê derbas bike, biparêze. Li şûna pergala netewe dewletê ya baviksalar, Kurd têgehek demokratîk a neteweyî diparêzin. Ev tê vê wateyê ku civatek siyasî heye ku bi vîzyonek li ser bingeha cihêrengiyê ye. Çand li vir zihniyeta kolektîf a her civakê dihewîne. Neteweyek, dema xwe li gorî rêgezên ku Ocalan jê re dibêje 'konfederalîzma demokratîk', ku li ser sê stûnan hatiye avakirin: demokrasiya rasterast, azadiya zayendî û ekolojiyê birêve bibe, dibe demokrat. Ev modela neteweya demokratîk xweseriya nedewletî pêşkêş dike û divê her civak xwe li ser bingeha îradeya xwe ya siyasî ya kolektîf birêve bibe. Ev vîzyon ne tenê potansiyela çareserkirina pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn ne, di heman demê de hêviya çareserkirina nakokiya Îsraîl-Filistînê jî dide.”   JIN LI DIJÎ ŞER IN   Rojîn Mukriyan destnîşan kir ku jinên Îranê şer naxwazin û got: “Em di demên dawî de bi 'Kolektîfa Jin, Jiyan, Azadî’, 'Tevgera Jinên Belûc', tevgera jinan a ku bi serhildanên 2022’an de bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derket Femînîst4Jina û gelek kolektîfên jin ên li Îranê re di peywendiyê de ne. Ev kolektif û kom, li dijî şer kampanya ‘ji şer re na’ birêve dibin. Jin herdu dewletan jî şermezar dikin. Bi dengê bilind, diyar dikin ku ev pevçûn ne şerê wan e. Ev kolektif, destnîşan dikin ku Netenyahuyê ku di nava du salan de 60 hezar sivîl kuştî dê azadiyê pêk neyine. Ji xetereyên ku şer ava dikin haydar in û dizanin ku şer jin, zarok, sivîlan dikuje. Dizanin ku ev pevçûn ji aliyê hêzên baviksalar, metinger û hezên serdest ve tê birêvebirin. Em niha dikarin bibêjin ku gelek jinên li Îranê siyaseta ‘rêya çaran’ dişopînin lêbelê hûrgûlîyên vê rê dê di pêşerojê de derkeve rastê.”   MA / Berîvan Kutlu