Li Wanê jin li dijî tundiyê bi hev re têdikoşin 2025-06-20 11:28:36 WAN - “Platforma Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê” ya li Wanê hatiye avakirin, dest bi xebatên xwe kir. Jinan, diyar kirin ku armanca wan ew e ku li dijî tundiyê bi hev re têbikoşin û mekanîzmayên pêşîlêgirtinê pêş bixin û gotin: “Em ê zorê li saziyan jî bikin ku di vê mijarê de bixebitin.”    Di 16’ê Hezîranê de li Wanê li dijî tundiyê “Platforma Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê” hate avakirin. Platform, bi pêşengtiya Komeleya Jinan a Starê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hate avakirin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan, Komîsyona Koçberiyê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û Koordînasyona Jinan a Bajar a Wanê ya Rêveberiyên Herêmî jî pêkhateyên platformê ne. Berdevka platformê jî bû Leyla  Abukan.    Em, têkildarî armanca platformê û xebatên wê axivîn.    ‘JI BO ŞIKANDINA DORPÊÇA TUNDIYÊ HATE AVAKIRIN’    Hevseroka Şaxa ÎHD’a Wanê Ayten Kiran, diyar kir ku li seranserî welat li dijî jinan tundî û sûcekî nefretê yê sîstematîk heye û platform jî ji bo şikandina vê dorpêça tundiyê hatiye avakirin. Ayten Kiran, wiha got: “Pêvajoya plaftormê, li ser pêşniyara Komeleya Jinan a Starê, OHD û ÎHD’ê dest pê kir û bi pêkhateyan berfireh bû. Hemû pêkhate serlêdanên têkildarî tundiyê digirin. Her sazî van serlêdanan dinirxînin û ji bo çareseriyeke zû, bi hev re tevdigerin. Heke zû neyên çareserkirin, wateyeke wê namîne. Armanca me ew e ku em torê mezin bikin.”    ‘TÊKOŞÎNA BI HEV RE ŞERT E’   Seroka Komeleya Jinan a Starê Zeynep Demîr jî anî ziman ku armanca wan têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tena serê xwe têkoşîna li dijî tundiyê nabe. Divê li qadê em bi hev re tevbigerin. Armanca platformê ew e ku li dijî tundiya ser jinên li bajar, kesên LGBTÎ+ û zarokan, pêvajoyeke bibandor bimeşîne.”    JI BO MIRINÊN BIGUMAN BIRYARÊN NEŞOPANDINÊ TÊN DAYIN     Zeynep Demîr, bal kişand ser mirinên biguman ên jinan di demên dawî de li bajar zêde çêdibin û axaftina xwe wiha qedand: “Hemû serlêdanên ji bo lêkolînê bi biryarên neşopandinê biencam dibin. Platforma me dê nexşeya tundiyê ya li bajar çêbike û bi raporan berbiçav bike. Ji bo sekna li dijî îktîdara mêrê serdest, ji bo jinên li saziyan bi aqilekî hevpar înîsiyatîfê li xwe bigirin, li dijî tundiyê gavên bibandor dê biavêjin. Armanca hebûna me jî ev e. Ji vir şûnde dê bi hevkariya hemû saqziyan, mekanîzmayeke pêşgir a bibandor bikeve meriyetê. Em ê li dijî tundiya li bajar mekanîzmayên pêşlêgir bigirin û polîtîkayan bixin meriyetê. Saziyên ku têkildarî tundiyê lêpirsînên bibandor dikin hene. Dema ev sazî berpirsyartiya xwe bicih neyînin, tora têkoşîna li dijî tundiyê li dijî wan polîtîkayekê pêş bdixe û dê bide zorê ku bixebite.”