MSD’ê êrişa li dijî dêra li Şamê şermezar kir 2025-06-23 13:14:00   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD’ê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyas a li Şamê hatiye kirin ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.    Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê êrişa duh li dijî Dêra Mar Elyasê y li Şamê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de MSD’ê, got: “Binpêkirina pîroziya cihên îbadetê û destdirêjiya li ser jiyana sivîlan tawaneke li dijî hemû peymanên exlaqî û navneteweyî ye.”   MSD’ê da zanîn ku ev êriş hewldaneke ji bo belavkirina tirsê di nava pêkhateyên Sûriyeyê yên cihêreng de ye. MSD’ê "ev kiryara qirêjî" şermezar kir û wiha domand: “Lihevhatina nîştimanî û hevkariya rasteqîn di navbera hemû hêzên Sûriyeyê de dikare bibe egera avakirina Sûriyeyeke ewle û aram.”   Her wiha MSD’ê ji bo malbatên şehîdan sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest.