DEM Partî: Partiyên siyasî dê sibe ji bo komîsyonê li Meclisê bicivin 2025-06-23 13:33:32 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva komîsyonê vexwendiye Meclisê.  Serowekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku neçareseriya di şerên li Rojhilata Navîn de her ku diçe kûrtir dibe, di şer de gel tên qetilkirin û got: “Ji bo muzakereyên aştiyane divê her kes bêhtir berpirsyartiyê li xwe bigire.”    ROJEVA KOMÎSYONÊ   Gulistan Kiliç Koçyîgît, bal kişand ser komîsyona ku tê payin li Meclisê were avakirin û got: “Dibe ku birêz Kurtulmuş biçe serdana serokwekîlên komên partiyan. Ji bo komîsyona aştiya civakî û demokratîkbûnê vexwendineke hevdîtinê heye. Cihê keyfxweşiyê ye ku hemû partî hatine vexwendin. Cihê keyfxweşiyê ye ku beriya Meclis navberê bide ev hewldan hatibe destpêkirin. Me jî ji bo komîsyonê pêşnûme amade kiriye. Yek ji daxwaza me ya herî sereke ew e ku ev komîsyon bi mutebeqeteke herî berfireh a civakî û siyasî were avakirin. Ya herî girîng jî ew e ku ji bo çarçoveya qanûnî ku birêz Ocalan her tim balê dikişîne ser, bibe pêşamadekariyek. Mijara din jî şefafiya pêvajoyê ye. Em dixwazin ev komîsyon ne demkî, mayinde be.”   HEVDÎTINÊN BI DERDORÊN CIVAKÎ RE    Em dixwazin ji komîsyoneke tenê raporan dinivîse zêdetir, her ku pêşde diçe mijarên nû bigire rojeva xwe û pêşniyaran bike. Divê ne tenê bi partiyên siyasî re bisînor be, divê bi derdorên cuda yên civakê re jî hevdîtinan bike. Em qala komîsyoneke teknîkî nakin. Divê ji bo mayindebûna aştiyê bibe alîkar. Em piştrast in ku xebatên komîsyonê dê di mijara meseleyê de bive wesîleya wê ku TBMM bi rola xwe rabe. Lewma ji bo zemîna meclisê veguhere zemîna aştiyê, bo feydeya 86 milyon welatiyan e. Ev aştiya me tevan e û divê em xwedî lê derkevin.    SEPANÊN LI GIRTÎGEHAN    Di vê pêvajoyê de me bivê jî nevê jî çavê me li girtîgehan û sepanên hikûmetê ye. Em li benda guhertinan bûn lê mixabin Tirkiye veguheriye cihê girtîgehan. Mixabin yek ji rojevên me yên herî kaotîk û tarî ye. Binpêkirinên mafan ên giran, mexdûriya girtiyên nexweş dijîn, xespkirina tehliyeyan û hwd. êdî em tevek bêzar kirine. Êdî bes e ji astengkirina tehliyeyan, binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş û xespkirina mafan re. Em ji van pratîkên girtîgehan vediguherînin goristanan re dibêjin êdî bes e. Me got bila lijneyên îdare û çavdêriyê ji holê bên rakirin lê tu gav nehatin avêtin. Bi destê van lijneyan tehliyeyên girtiyan tên astengkirin. Înfaza xwe temam kirine lê bi hincetên razber ên weke ‘poşman nîne’ nayên berdan. Kesekî tu cezayên wî/wê yên disiplînê nînin, tenê ji ber ku fikrên wî neguherîne bi hinceta ‘nebaşhaliyê’ nayê berdan. Weke parçeyeke pevajoya tolhildanê tê bikaranîn.”    Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş ji bo komîsyona tê payin were avakirin, hemû serokwekîlên komên partiyan ji bo sibe vexwendiye Meclisê. Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku nûnerên partiyan dê sibe bi şev li Meclisê bi Kurtulmuş re hevdîtinê bikin.