Press TV a Îranê: Agirbest dest pê kir 2025-06-24 08:38:49 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump ragihand ku di navbera Îsraîl û Îranê de “agirbesteke tam û bêkêmasî” hatiye kirin û bi vê yekê re dê şer bi dawî bibe. Press TV’yê jî got ku ji saet 07.30’ê ve agirbestê dest pê kiriye.  Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Donald Trump li ser platforma Truth Socialê daxuyaniyek da û îdia kir ku Îsraîl û Îranê li ser agirbesteke ji bo 12 saetan li hev kirine. Trump anî ziman ku agirbest wê di nava 6 saetan de dest pê bike û bi vê pêvajoyê re wê şerê 12 rojan bi dawî bibe.   Trump di parvekirina xwe de got: “Li her kesî pîroz be! Îsraîl û Îranê li hev kirin ku agirbesteke topyekûn û tam ragihînin, ku wê piştî 6 saetan dest pê bike û 12 saetan dewam bike. Di vê nuqteyê de wê weke ku şer qediya be bê qebûlkirin."   Trump cih neda detayên teknîkî yên agirbestê û diyar kir ku Îran wê agirbestê bide destpêkirin û piştî 12 saetan wê Îsraîl jî tevlî vê pêvajoyê bibe, bi vî rengî wê şer bi rengekî fermî bi dawî bibe. Trump diyar kir ku eger pêvajo bi rengekî serketî temam bibe wê alî bi rengekî 'aştiyane û hurmet' tevbigerin û her du welat ji ber nîşandana “wêrekî û aqiliyê” pîroz kir.   Aliyan hîn bi rengekî fermî daxuyaniya Trump piştrast nekirine.    WEZÎRÊ KARÊN DERVE YÊ ÎRANÊ ARAKÇÎ: AGIRBEST NÎNE    Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî diyar kir ku bi Îsraîlê re hêj tu agirbest nehatine kirin û got: “Ji bo agirbestê û sekinandina operasyonên leşkerî tu lihevkirineke nîne. Lê heke Îsraîl herî dereng heta serê sibehê saet 04.00’ê êrişkariya xwe ya lijî rejîma Îranê û gelê wê bide sekinandin, ji vê saetê şûnde inyeta me nîne em bersivdayînê bidomînin. Wekî me gelek caran gotiye, şer ne Îranê lê Îsraîlê daye destpêkirin.” Arakçî got ku dê biryara dawî ya ji bo sekinandina operasyonên leşkerî piştre were dayin.    LI ÎSRAÎLÊ 6 KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN    Demekî kin beriya daxuyaniya, di encama êrişa bi fuzeyan a Îranê de li Îsraîlê 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.    PRESS TV: AGIRBEST DEST PÊ KIR   Press TV a Îranê jî ragihand ku ji saet 07.30’ê ve di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest dest pê kiriye.