Serokên Baroyan: Divê TBB şandeya çavdêriyê ava bike 2025-07-01 10:20:04 WAN -  Berdevkê Demê yê Baroyên Kurdistanê û Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat têkildarî pêvajoyê got: “Divê TBB şandeyên şopandina yasayan û çavdêriyê ava bike.” Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan jî got: “Dê li Meclisê komîsyon were avakirin û piştre jî di qanûnan de guhertin bên kirin.”   Serokên 16 baroyên li Kurdistanê, têkildarî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd di 17-18'ê Hezîranê de çûn serdana meclisê û bi nûnerên partiyên bi komên wan li meclisê hene û Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kirin. Serokan di hevdîtinan de pêşnûmeyek ji 17 madeyan pêşkêş kirin û tê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qada hiqûqî û demokratîk were berfirehkirin, mafên ziman û çandî bên naskirin. Berdevkê demê yê Baroyên Kurdistanê û Serokê Baroya Dêrsimê Dogukan Kudat tevî Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan nîqaşên xwe û gavên divê di vê pêvajoyê de bên avêtin nirxand.   Serokê Baroya Dersimê Dogukan Kudat diyar kir ku wan di nîqaşan de pêşnûmeyeke ku tê de pêşniyarên çareseriyê hene pêşkêş kirine û pêşniyarên wan erênî nêz bûne û wiha got: "Partiyên siyasî gelekî erênî nêzî vê pêvajoyê bûne. Me jî diyar kir ku ji bo tevkariyên qanûnî pêşkêş bikin em ê destekê bidin. Em dikarin bêjin ku ji ber nebûna rêziknameyên destûra bingehîn û qanûnî di nava gel de fikarek heye. Pêvajoya li pişt deriyên girtî tê meşandin, dibe ku hin fikaran jî zêde bike. Divê derbarê mafên welatîbûna wekhev, azadiya baweriyê û mafên bingehîn ên mirovan de rêzikname hebin û divê hemû kesî di nava xwe de vehewînin. Her tiştên diqewimin divê ji raya giştî re bên nîşandan.”   ‘DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’    Kûdat da zanîn ku wan gavên lezgîn ên divê di nîqaşan de werin avêtin anîn ziman û got, "Di pakêta dadgeriyê ya dawî de em li benda rêziknameyeke der barê girtiyên nexweş de bûn, lê pêk nehat. Em li bendê ne ku ev qad bi pakêtên darazê yên pêşerojê were berfirehkirin. Lazim e girtiyên nexweş bên berdan. Her wiha der barê serbestberdana girtiyên nexweş nûman Kûrtûlmûş de agahî da me. Em bi awayekî zelal dibêjin bila girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan. Dîsa Desteyên Şopandina Îdarî ya Girtîgehê pêvajoyên berdanê dirêj dikin. Wekî din, tevî ku cezayên wan qediyane jî, bi bahaneya ku dozên wan di qonaxa îtirazê de ne, kes nayên berdan. Ji bo van hemû mijaran divê gavên lezgîn bên avêtin."   PIRSGIRÊKÊN EKOLOJÎK    Kûdat ku diyar kir ku lazim e pirsgirêkên ekolojîk bên çareserkirin û wiha axivî: "Ji bo li herêma Dîcle-Firat, di rojevê de gelek santralên enerjiya rojê (GES), santralên hîdroelektrîk (HES), santralên jeotermîk (JES) hene. Desthilatdariya van şîrketan bi rêya biryarnameyan tê berfirehkirin û hawirdor tê tinekirin. Xebatên madenê her ku diçe zêde dibin û me diyar kir ku divê ev mijar jî di vê pêvajoyê de weke mafekî bên destgirtin Wekî din, divê hemû herêmên mayinkirî li gorî Peymana Ottawa yê bên paqijkirin. Niha jî li gorî vê peymanê ti kar nayê kirin. Pêwîste ev yek tavilê bi cih were anîn. Di vê çarçoveyê de behsa aştiyê tê kirin û mirov serdana xweza û çiyayan dikin, lê nayê zanîn ku li kîjan herêman mayin lê hene, ewlehiyê dixe nava rîskê. Yanî ne tenê ev mijar; me li gelek qadan nêrînên xwe anîn ziman û daxwaza çareseriyê kirin."   Dogukan Kudat balkişand ser pêvajoyê û anî ziman ku divê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) şandeyên şopandina yasayan û çavdêriyê ava bike.   CANAN: HEVDÎTINÊN GIRÎNG BÛN    Serokê Baroya Colemêrg Ergûn Canan ku bal kişand ku muzakere erênî derbas bûne got, "Em di pêvajoyekdîrokî û girîng re derbas dibin. Me li meclisê bi 16 serokên baroyan re hevdîtin pêk anîn. Têkildarî pêvajoyê me dosyayek amade kiribû û pêşkêşî wan kir. Bi giştî pir bi wate bû. Hevdîtinên ku me bi Serokê Parlementoyê ra kirin pir bi soz bûn. Hem di bin banê Meclîsê de avakirina komîsyonekê û hem jî di derbarê tevkarîyên ku em dê bikin da agahîyên girîng da. Ji ber ku mîna pêvajoyeke yek alî xuya dikir, lê belê axaftina me ya bi Serokê Parlamentê re bi rastî jî nîşan da ku ev pêvajo ji bo her du aliyan jî baş derbas dibe.”   ROLA MECLIS Û HIKÛMETÊ   Canan anî ziman ku ji bo ev pêvajo pêş bikeve pêwîste pêvajoyên demokratîk û hiqûqî bên nîqaşkirin û wiha berdewam kir: "PKK û hikûmet jixwe vê dibêje. Gavên demokratîk tên avêtin, her çend kêm be jî gavên qanûnî hînê nehatine. Rêxistinê xwe fesîx kir û ragihand ku wê çek deynin. Li hemberî vê yekê em dibînin ku meclis û hikûmet bi rola xwe ranabe. Me ev rewş ji Serokê Parlamentoyê re ragihand. Mînak, ji bo girtiyên nexweş pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî nîne. Rewşeke ku ji rehma ATK'ê re maye heye. Ji bo van rewşên ne girêdayî hiqûqê divê gavên lezgîn bên avêtin. Divê Tifaqa Gel di vê mijarê de ji bo çareseriyeke lezgîn meclisê agahdar bike. Em qala nêzî hezar girtiyên nexweş û extiyar dikin. Lazim e ev mirov bi lezgînî werin berdan. Eger ev gav neyê avêtin, hingî ti cudahî di navbera vê pêvajoyê û yên berê de namîne."   Canan diyar kir ku divê "mafê hêviyê" û şert û mercên Abdullah Ocalan bi awayekî azad bixebitin bên misogerkirin û got, "Birêz Ocalan diyar kiriye ku ew naxwaze mafê hêviyê qet bê nîqaşkirin. Çareserkirina pirsgirêkên din ên lezgîn dixwaze. Li ber çavan girtina vê, li pêşiya parlamentoyê peywireke pir girîng heye. Mirov êdî di vê mijarê de ji bo gav bên avêtin dipirsin û em êdî nikarin bersivê bidin wan. Dê li parlamentoyê komîsyonek bê avakirin; ev gelekî girîng e û ez dizanim ku dê guhertinên qanûnî bişopînin. Ji bo vê divê her kes berpirsyartiyên xwe bîne cih.”   MA / Adnan Bîlen