Şewata li Îzmîrê di roja 3’yan de didome 2025-07-01 11:11:56 ÎZMÎR - Şewata li qada daristanê ya di navbera navçeyên Menderes û Seferîhîsarê de dest pê kirî di roja 3’yan de didome. 5 gund û 2 tax ji ber şewatê hatine valakirin.  Di 29’ê Hezîranê piştî nîvro li qada daristanê ya di navbera gundê Kuyucak ê navçeya Menderes a Îzmîrê û gundê Orhanli yê navçeya Seferîhîsarê de şewat derket û şewat di roja 3’yan de didome. Ji bo vemirandina şewatê hem ji bejahî hem jî ji hewayî mudaxile tê kirin. Ji ber bayî, şewat berfireh dibe.    Ji ber şewatê, taxên Ataturk û Cumhuriyetê û 4 gund hatin tehliyekirin. Tedawiya 21 welatiyên ji ber dûkolê rakiribûn nexweşxaneyê jî bi dawî bû. Heta niha gelek malan di şewatê de zirar dîtine û nema dikarin bên bikaranîn.