Hevşaredara Silopiyayê bi daxwaza îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê hat kirin 2025-07-02 19:24:18   ŞIRNEX - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê, Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanliyê bi daxwaza îxrackirinê sewqî dîsîplînê kir.    Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo îxrackirina ji partiyê Hevşaredara Silopiyayê Jiyan Ormanliyê sewqî lijneya dîsîplînê kir. Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek belav kir. DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Jiyan Ormanli li ber pergala hevserokatiyê rabûye, li şûna çanda rêveberiya hevpar feraseta rêveberiya takekesî esas girtiye, biryarên partiyê nas nekiriye û di warê şaredarîvaniyê de guh nedaye daxwazên gel.   DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji ber van sedaman Jiyan Ormanli ji bo îxrackirinê sewqî lijneya dîsîplînê ya partiyê hatiye kirin û piştî pêvajoya dîsîplînê bi dawî bibe dê hûrguliyên mijarê û encam bi raya giştî re bê parvekirin.