Li Omeryayê şewat bi daristanê ket 2025-07-04 14:21:23 MÊRDÎN - Li herêma Omeryaye ji ber çirûskên têlên ceyranê şewat bi qada daristanê ket.   Li herêma Omerya ya Mêrdînê şewat bi daristanê ket. Li gundê Qûde yê Mehsertê ji ber çirûskên têlên ceyranê şewat derket. Ji ber bandora bayê şewat li daristanê belav bû. Gundiyan bi derfetên xwe midaxileyê şewatê kir. Komên Miduriyeta Daristan û Agirkujiyê ya Bajêr beşdarî xebatên vemirandina şewatê bûn.   Midexileya ji bo vemirandina şewatê hêj didome.