Xebatkarên Beltûrê hatin binçavkirin 2025-07-07 15:23:26   STENBOL - Li Stenbolê xebatkarên Beltûrê yên ku 18 roj in di çalakiyê de ne hatin binçavkirin.   3 xebatkarên ku bi şirîkatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li Beltûrê dixebitîn û endamên Dev-Tûrîzm-Îşê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) bûn, bi hinceta “Parvekirinên wan ên koma Whatsappê û xebata kêm” di 17’ê Hezîranê de ji kar hatin avêtin. Xebatkarên ku 18 roj in di çalakiyê de, îro li pêşiya ÎBB’ê rêzeçalakî li dar xistin. Xebatkaran di çalakiyê de dirûşmên “Em bêhiqûqî ji kar hatin avêtin”, “Em karên xwe dixwazin”, “Me heqê xwe xwest em ji kar hatin avêtin, “Xebatkarên Beltûrê ne bi tenê ne” berz kirin.    Polîsên ku bi meqesa hesinbirînê ve êriş kir, tevî 3 xebatkarên ku ji kar hatibûn avêtin 7 endamên sendîqayê binçav kir.