Malbatan li Îmraliyê hevdîtin kirin 2025-07-07 20:00:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku girtiyên li Îmraliyê tên girtin bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Buroyê da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlum Dînç re hevdîtin pêk anî. Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyand ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hevdîtina malbatê pêk hat. Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê X’ê ev agahî da: "Birêz Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê girtî ye, bi birayê xwe Mehmet Ocalan û wasiyê xwe Mazlûm Dînç re, birêz Hamilî Yildirim, birêz Veysî Aktaş, birêz Ergîn Atabey, birêz Zekî Bayhan û birêz Mahmut Yamalak îro (07.07.2025) bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn."