Ozel: Li dijî hêza sindoqê şer îlan kirin 2025-07-08 15:42:52   ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî operasyonên li dijî şaredariyan da û got: “Li dijî hêza sindoqê û siyaseta demokratîk şer ragihandin.”    Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel, di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Ozel, bal kişand ser operasyonên li dijî şaredariyên CHP’î û got: “Di 19’ê Adarê de li dijî pêşeroja vî miletî derbe kirin. Bêguman derbe li dijî îktîdaran tên kirin. Van jî li îktîdarê kir. Li dijî kesên li herêmê îktîdar, dê di pêşerojê de bibe îktîdar û namzetê me yê serokkomariyê derbe kirin. Li dijî hêza sindoqê û siyaseta demokratîk şer ragihandin.”