Ji bo Şaredarê Semsûrê biryara hefsa malê hate dayîn 2025-07-08 16:57:52   STENBOL - Ji bo Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere biryara hefsa malê hate dayîn.   Di lêpirsîna li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya bi îdiaya “nelirêtiyê” de, tevî Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere, 13 kes îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê, Zeydan Karalar bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û ji bo Abdurrahman Tutdere jî daxwaza kontrola edlî kir.   Dadgehê, ji bo Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere biryara hefsa malê da.