KCK’ê bersiv da banga Ocalan: Gavên şênber ên tên xwestin em ê biavêjin 2025-07-10 08:09:23 NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: "Em bi biryar in ku gava Rêber Apo ji me dixwaze biavêjin. Em ê li gel û gelên xwe bifikirin û vê gava nû biavêjin. Lê belê divê bê zanîn ku pêvajo bi yek alî û tenê bi gavên me bi pêş ve naçe.” Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de duh tevî girtiyên li Îmraliyê bangekî dîrokî yê bidîmen kir. Di banga xwe de got: “Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakî tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.”    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî banga Abdullah Ocalan daxuyanî da.    Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:    “Rêber Abdullah OCALAN ji bo pêşvebirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bangek nû kir. Ev bang duh hate weşandin û raya giştî ji naveroka wê agahdar bû. Berî her tiştî, em kêfxweş in ku deng û dîmenê Rêber Abdullah OCALAN gihîştiye derve. Em bawer dikin ku ev yek ji bo gelê me û hemû dostên me bi heman awayî kêfxweş bûne. Bi vê boneyê, em Rêber Abdullah OCALAN ê ku ji hêla gel û dostan ve tê bêrîkirin bi rêzdarî silav dikin û hesret, evîn û minetdariya xwe diyar dikin.   Ev banga ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, banga duyemîn a piştî 27’ê Sibata 2025’an e. Mîna banga 27’ê Sibatê ev banga jî dîrokî ye. Rêber Apo di vê banga dîrokî de, pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ di warê rêgez û armancên wê yên bingehîn de kurteber kir, pêşketinên heta niha hatine kirin û gavên pêwîst ên ku ji bo pêşerojê werin avêtin destnîşan kir. Rêber Apo bi gotina, ‘Ez piştgiriya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibata 2025’an didomînim’ careke din îradeya xwe bi xurt û vekirî nîşan da. Wekî Tevgera Azadiyê, me ev banga dîrokî ya Rêber Abdullah OCALAN nirxand. Em pêwîst dibînin ku encamên em gihîştinê bi eşkereyî bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.   Me piştgiriya xwe ya tevahî ji bo pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di banga 27’ê Sibata 2025’an de hate ragihandin, diyar kiriye û em ê bi tevahî erkên xwe bi cih bînin. Heta niha, me li gorî baweriya xwe ya ji bo ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ û erka dîrokî ya ku ji bo pêkanîna armancên vê bangê, me biryarên stratejîk girtin û di vî alî de gav avêtin. Gelê me bi baldarî, hesasiyet û baweriyek mezin li pişt vê pêvajoya dîrokî ya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye pêşxistin sekinî. Di vê qonaxa em gihîştinê, Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya heyî hîn jî li gorî pêdiviyên pêvajoyê û gavên berbiçav ên ku me avêtine ti gav neavêtine. Em vê yekê dibînin û dizanin. Lê tevî vê yekê, li gorî baweriya ku me bi armancên ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ aniye, em li pişt pêvajoyê sekinîn. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da ku vê helwesta xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ev hewldanên me yên di vî warî de têne dîtin Niha, ji bo vê banga dîrokî ya nû, em radigihînin ku em ê gavên berbiçav ên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava şênber, mîna gavên din ên ku me avêtine, ji bo girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah OCALAN re nîşan bidin û bi baweriya ku gelê me û mirovahî wê bi Manîfestoya Civaka Demokratîk azad bibin, diavêjin.   Rêber Apo di banga 19’ê Hezîrana 2025’an de diyar kir ku her kes erka ku dikeve ser milê wan bi cih bînin û gavên pêwîst ên ku bên avêtin destnîşan kir û bê pêvajo çawa bimeşe danî holê. Divê tespîtên Rêber Apo li ber çavan bên girtin û fêmkirin. Ev bang ne tenê ji bo me ye, di heman demê de ji bo dewlet, bi taybetî jî Meclîsê, hemû saziyên siyasî û kesên berpiryar in. Heta îro, me li gorî berpirsyartiya xwe ya dîrokî û bi hesasiyeteke bilind gavên stratejîk avêtine.   Niha, em bi biryar in ku gavên ku Rêber Apo ji me dixwaze bavêjin. Em vê gava nû bi hizirandina gel û gelên xwe diavêjin. Lê divê were fêmkirin ku pêvajo bi yekalî an jî bi gavavêtin me pêş nakeve. Ji ber vê yekê, divê bi awayekî rast nêzî pêvajoyê bibin û gavên pêwîst werin avêtin. Li ser vê bingehê, divê esareta Rêber Apo yê ku pêvajoya Civaka Demokratîk pêş xistiye bi dawî bibe. Ji ber ku ger Rêber Apo azad bibe, ev pêvajo dikare pêş bikeve û bigihîje armancên xwe. Berovajî vê yekê, ne pêkan e ku bi parastina şert û mercên heyî pêşdetir biçe. Ya duyemîn, divê ji bo siyaseta demokratîk û hiqûqa tevahî tiştên pêwîst bên kirin. Divê siyaset û Meclîs li gorî vê yekê însiyatîfê bigire û gavan biavêje. Pêvajoyek û pêşveçûnek watedar tenê bi vê yekê pêkan e.   Di encamê de, dema ku em biryardariya xwe ya ji bo avêtina vê gava dîrokî nîşan didin, em hewce dibînin ku bi heman hesta berpirsiyariyê tiştên ku divê were kirin dubare dikin. Em hêvî dikin ku tiştên ku me gotine wê werin fêmkirin û li gorî wê tevbigerin. Em bi baweriya ku mîna heta niha me kiriye û ji niha pê ve jî wê ji bo gelê me destketiyên mezin bi xwe re bîne, van gavan diavêjin. Em hîn jî baweriya xwe ya ku wê ev gav bersiva xwe bibîne û pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi ser bikeve, diparêzin.”