Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê hate binçavkirin 2025-07-11 17:05:08   STENBOL - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, têkildarê Kovara Lemanê ku dihat îdiakirin Hz. Muhammed di karîkaturekî de hatiye teswîrkirin, bi îdiaya “heqaret li nirxên olî kiriye" lêpirsîn dabû destpêkirin. Di lêpirsînê de karîkatur Dogan Pehlevan bi îdiaya “heqareta li nirxên olî kiriye" û “heqareta li serokkomar” û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovarê Zafer Aknar, grafiker Cebraîl Okçu û Midurê Saziyê Alî Yavûz bi îdiaya “dijminatî û kîn di nava civakê de belav kiriye” hatibûn girtin.   Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Lemanê Aslan Ozdemîr ê ku li derveyî welat bû, dema ji Fransayê vegeriya li Balafirgeha Stenbolê hate binçavkirin.