33 sal in tu agahî ji Kayayê ku cerdevanan ew revandiye nayê girtin 2025-07-12 13:58:37 STENBOL - Dayikên Şemiyê xwestin ku aqûbeta Ramazan Kaya yê ku 33 sal berê ji aliyê cerdevanan ve hatibû revandin were eşkerekirin. Her wiha xwestin ku dozên kesên din ên winda ji nû ve werin vekirin.   Dayik/Mirovên Şemiyê cara hezar û 59'emîn li Qada Galatasarayê kom bûn da ku li aqûbeta xizmên xwe yên qetilkirî û windabûyî bipirsin. Wan li aqûbeta Ramazan Kaya (28) pirsî ku 33 sal berê di dema binçavkirinê de hatiye windakirin.Di dema çalakiyê de wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne hatin hilgirtin.   3 DAXWAZ   Besna Tosûn, keça Fehmî Tosûn ku di binçavan de winda hat windakirin, bal kişand ser merasîma tunekirina çekan a ku duh ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve hat lidarxistin û got ku ew li bendê ne ku ev merasîm "destpêkek be ku rê li ber Tirkiyeyê veke". Tosûnê got: "Em dixwazin rewşa şer mayînde be û hêviya aştiyê xurt bibe."   Besna Tosûnê bal kişand ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên îro û got: "Qada Galatasarayê tavilê û bêyî tu sînordarkirinekê ji bo Dayikên Şemiyê vekin. Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Kesên Bêyî Bi Zorê Bên Windakirinîmze bikin. Windakirinên bi zorê wekî sûceke cuda pênase bikin û hemû dosyeyên ku ji ber demboriyê hatine girtin ji nû ve vekin."   ÇÎROKA KAYA   Besna Tosûnê ragihand ku Ramazan Kaya di 7'ê Tîrmeha 1992'yan de li Amedê ji aliyê çar cerdevanên çekdar ve hatiye revandin û got: "Bûyer li ber çavên gundiyan di mînîbusekê de ku ber bi Licê ve diçû qewimî. Ramazan Kaya li hember cerdevanan li ber xwe da û gazî xelkê di mînîbusê de kir, 'Min xilas bikin.' Lêbelê, gundî nekarîn mudaxele bikin dema ku cerdevanan çekên xwe ber bi mînîbusê ve araste kirin. Ramazan Kaya bi guleyekê ji milê xwe birîndar bû û wî bi traktora wî re birin."   Besna Tosûnê diyar kir ku li gorî şahidan, Hanîfî Dûrgûn, Omer Dûrgûn, Seyfettîn Dûrgîn û Zubeyîr Dûrgûn, Kaya revandine û got: "Malbata Kaya serî li dozgeriyê da û destûr wergirt ku hem li gundê Yarimca û hem jî li malên cerdevanên gund ên ku behsa wan tê kirin bigerin. Ew bi cendermeyan re çûn gund, lê fermandar nehişt ku kes ji wesayîtê dakeve. Wî tenê ji cerdevanê gund ê ku gazî kiribû pirsî, 'Te Ramazan Kaya revand?' Ew bi bersiva 'Na' razî bû û destûr neda ku lêgerîn bê kirin."   Besna Tosûnê diyar kir ku niştecihekî gund ji malbatê re gotiye ku Kaya di maleke cerdevanan de hatiye girêdan û ger lêgerîn bihata kirin ew ê bihata dîtin û wiha domand: "Hemû hewldanên malbatê bêencam man. Dozên sûc ên hatine vekirin hatin redkirin. Careke din ji Ramazan Kaya agahî nehat girtin. Dayika wî Sedef Kaya, hevjîna wî Husna Kaya û her du zarokên wan, ku yek ji wan hîn nehatibû dinê dema ku bavê wî winda bû, 33 sal in li benda agahiyekê ne. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dest ji daxwaza edaletê ji bo Ramazan Kaya, ji bo hemû windahiyên xwe bernedin û bibîr bixin ku dewlet mecbûr e ku di çarçoveya normên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere."   Pişt re, Dayik/Mirovên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.