Du zarokên wê tev li PKK’ê bûn: Barekî giran li ser milê me hemûyan e 2025-07-13 12:42:01 AGIRÎ - Herdem Arslan ku li ber ekrana televîzyonê merasîma Koma Aştî û Civaka Demokratîk temaşe kir, got: “Êdî barê me girantir bû. Divê yekitiya Kurdan were xurtkirin û têkoşîn were mezinkirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de jî komeke gerîlayan di 11’ê Tîrmehê de li Şiklefta Casenê ya bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku ji 30 kesan pêk dihat, çekên xwe şewitand. Malbatên zarokên wan tev li PKK’ê bûn jî bi eleqe û kelecaneke mezin ev merasîm temaşe kirin.    2 ZAROKÊN WÊ TEV LI PKK’Ê BÛN   Kurê Herdem Arslan ê yê bi navê Nîzamettîn Arslan di sala 1994’an de û kurê wê Turan Arslan jî di sala 2012’an de tev li PKK’ê bû. Turan Arslan di sala 2017’an de li Dêrsimê di şer de jiyana xwe ji dest da. Aqûbeta Nîzamettîn Arslan jî nayê zanîn.    Herdem Arslan ku di roja merasîmê di saetên zû yên serê sibehê de hişyar bû, Medya Haber û Stêrk TV vekir û bi kelecaneke mezin li benda merasîmê ma. Herdem Arslan ku li ber ekranên televîzyonê merasîm temaşe kir, weke ku di merasîmê de rabû ser pêyan, li çepikan xist, tililî avêt û gerîla pîroz kir.    'DINYAYÊ BIRYARDARIYA AŞTIYÊ DÎT’   Herdem Arslanê got ku bi kelecaneke mezin merasîm temaşe kiriye û ev tişt anî ziman: “Dema min gerîla dîtî gelek keyfxweş bûm. Ji keyfan rabûm ser pêyan û li çepikan xist. Hemû dinyayê biryardarî û hêza aştiyê ya Kurdan dîtin. Çekên xwe îmha kirin. Gotin aştî. Divê dewlet jî bi heman biryardariyê gavan biavêje. Divê girtî bên berdan û gerîla vegerin. Du kurên min tev li PKK’ê bûn. Yek şehîd bû û yê din jî aqûbeta wî nizanim. Tevek jî zarokên me ne. Hêvîdarim rojekê vegerin û em jî kelecana pêşwazîkirina wan bijîn.”    'RÊBERÊ ME BILA AZAD BIBE’   Herdem Arslan, got ku gelê Kurd bedelên giran daye û axaftina xwe wiha qedand: “Bila êdî kesek mecbûr nemîne ku bedelê bide û êşê bikişîne. Bila aştî bibe, Rêberê me azad bibe û mafên gelê Kurd bidin. Piştî vê merasîmê êdî têkoşîn derbasî qonaxeke nû dibe. Barê me girantir bû. Bila kesek li malê ne rûnê. Barekî giran li ser milên me tevan heye. Divê em hêjayî nirxên xwe yên me winda kirine bixebitin. Divê yekitiya Kurdan bê xurtkirin û têkoşîn bê mezinkirin.”    MA / Omer Akin