Gulistan Kiliç Koçyîgît: Avakirina aştiyê peywira me tevan e 2025-07-13 13:04:01 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê û got: “Avakirina aştiyê peywira ser milê me tevan e.”    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgîtê têkildarî merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin, pêvajoya heyî û gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, axivî.    Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku ji bo domandina pêvajoya aştî û çareseriyê hewcehî bi gavên qanûnî û siyasî heye. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, diyar kir ku gava PKK’ê avêtî bersiva banga Abdullah Ocalan e û got gelek watedar e. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, merasîma PKK’ê weke “qonaxeke krîtîk” nirxand û got ku êdî pêvajoyeke têkoşîna demokratîk a nû dest pê dike. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bi lêv kir ku biryardariya Abdullah Ocalan û PKK’ê ya di pêvajoyê de careke din hatiye îsbatkirin û got: “Êdî têkoşîna wekhevî, azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd dê bi rê û rêbazêj cuda bimeşînin û ev bi raya giştî re parve kirin.”    ‘HINCETÊN WAN JI DEST DERXISTIN’     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, destnîşan kir ku gava dawî ji bo Tirkiye, herêm û Rojhilata Navîn gavekî krîtîk e û ev tişt anî ziman: “Em derbasî qonaxeke nû bûn. Li Tirkiyeyê her tim pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka tundî û çekê dîtin û ji bilî şer û pevçûnan rêyên di jinedîtî ve hatin. Birêz Ocalan û PKK’ê jî jê re got ku ‘madem çek hinceta we ya nedemokratîkbûnê û nenaskirina mafên wekhevî, azadî û mafên bingehîn a gelê Kurd e, wê demê em çekan ji dewrê derdixin.’ Her wiha birêz Ocalan pêşiya siyaseta demokratîk jî vekir. Divê dewlet jî bi gavên erênî bersivê bide.”    'LINGÊN PÊVAJOYA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK’      Gulistan Kiliç Koçyîgîtê got ku ji bo guherîn û veguherîneke li Tirkiyeyê divê astengiyên avadaniyê ji holê bên rakirin û ev tişt anî ziman: “Divê mekanîzmayên yasayî yên ku gelê Kurd bi awayekî demokratîk tev li pergalê dike bên avakirin. Yasaya hilbijartinê, rakirina TCK’ê, rakirina TMK’ê, sererastkirina di Qanûna Înfazkirina Cezayê, qanûna partiyên siyasî, destûreke bingehîn a demokratîk çendek ji van gavan e. Rakirina van astengiyan, lingên pêvajoya entegrasyona demokratîk in.”   DIVÊ GAVÊN YASAYÎ BÊN AVÊTIN     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, daxuyand ku divê li Meclisê tavilê komîsyonek were avakirin, ev komîsyon ji bo aştiya civakî bi hemû derdoran re hevdîtinan bike, ji bo pêvajo baş bidome zemîna hiqûqî û siyasî were avakirin û mercên ku Ocalan bia wayekî çalak tev li pêvajoyê bibe bên avakirin. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, got ku divê îktîdar û dewlet berpirsyartiya xwe bicih bîne û got: “Bêguman berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê hikûmet û Meclisê.”    ZEMÎNA YASAYÎ     Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, bi lêv kir ku ji bo vegera gerîlayan divê gavên pêwîst bên avakirin, pirsên weke “Dê çawa vegerin, dema vegeriyan dê statuya wan a hiqûqî çawa be, dê jiyaneke wan a çawa hebe, dê bikarin tev li siyasetê bibin?” û hwd. tavilê bên bersivandin û zemîneke yasayî were avakirin.    ‘DIVÊ MUXALEFET XWE BERPIRSYAR BIBÎNE’      Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, herî dawî jî got ku divê muxalefet jî di vê pêvajoyê de xwe berpirsyar bibîne, berpirsyartiyên xwe bicih bîne û avakirina aştî û civaka demokratîk berpirsyartiya her kesî ye.    MA / Mehmet Aslan - Melîk Varol