Li Gimgimê aşûre hate belavkirin 2025-07-13 14:04:32   MÛŞ - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi boneya Meha Şînê aşûrê hate belavkirin.    Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya Cemxane û Mala Çandê ya gundê Qurçik ê navçeya Gimgim a Mûşê, bi boneya Meha Şînê aşûre belav kir. Gelek kes tev li bîranîna li gundê Qurçikê bûn.    Serokê komeleyê Îmam Ozturk beriya belavkirina aşûreyê axivî û got ku aşûre di baweriya Elewîtiyê de xwedî cihekî pîroz e û got: “Aşûre, sembola piştevanî û hêviya piştî şînê ye. Îro li erdnîgariya me pêvajoyek heye. Em Elewî baş bi wateya aştî, xwişk-biratiyê dizani. Bi ve wesîleyê em 12 Îmam loqmeyên canan di rêya xwişk-biratiyê de qebûl bikin. Hevgirtin û yekitiya me mayinde be.”    Bernameya bîranînê, piştî belavkirina aşûreyê bi dawî bû.