Têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir doza vekirina Lêkolîna Meclisê 2025-07-15 14:01:21   ENQERE - Parlamaneterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek, têkildarî êrişa li ser malbata ku muzîka kurdî guhdar kir, xwest Lêkolîna Meclisê bê vekirin.    Parlamanterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Stenbolê Cengîz Çiçek, êrişa li ser malbata Kaya ku li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê ji ber muzîka kurdî guhdar dikir êrişî wan hat kirin, xist rojeva meclisê. Çiçek, bi daxwaza ku hemû qewmîn bên vekolandin û berpirs derkevin holê pêşniyaznameyek berpêş kir. Çiçek di pêşniyaznameya xwe de ev tişt gotin:   “Li Bayrampaşa ya Stenbolê, zarok û jineke ducanî jî di nav de malbatek ji ber ku di wesayîta xwe de muzîka kurdî guhdar dikir bi êrişeke dijwar a polîsan re rû bi rû ma û bi îşkenceyê hatiye binçavkirin. Ji bo bûyer bi her awayî bê eşkerekirin, kiryar û berpirs bên eşkerekirin û pêşî li binpêkirinên heman rengî bê girtin, divê di çarçoveya xala 98'emîn a Destûra Bingehîn û xalên 104 û 105'emîn ên Tuzuka MEclisê, Lêkolîna Meclisê bê vekirin."